Siyasetmedar, rewşenbîr û aktîvîstên civaka sivîl ji bo nîqaşkirina siberoja Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li Silêmaniyeyê li hev civiyan û encamnameya panela xwe eşkere kirin.
Duh bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Otela Ramada ya li Silêmaniyeyê bi mijara “Li Sûriyeya nû siberoja Rojava” panelek hate lidarxistin.
Hevseroka PYDê Perwîn Yûsif, Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Derve ya PYDê Sîhanok Dîbo, Nûnerê PYDê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal beşdarê dîdarê bûn. Her wisa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî bi rêya Zoomê, Şanaz Îbrahîm Ehmed, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û çalakvan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de mijarên “Divê Rojavayê Kurdistanê di navxweyî de çi bike?, Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê çawa dikarin têkiliyên xwe pêş bixin, divê Rojava li gel hikûmeta demkî ya Şamê û welatên derve çi bike” hatin gotûbêjkirin.
Encamên civînê jî bi encamnameyekê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Encamnmaya ku ji aliyê Nîkola Eşref Şalî ve hate xwendin, bi vî rengî ye:
“* Piştgirîkirina berxwedana gelê me ya li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê her wiha zêdetir xurtkirina piştevaniyê ya li herêmê û navneteweyî.
* Ji bo Yekitiya Neteweyî û pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, aştiya navxwe û yekdengiya nava mala Kurdî û rêxistinkirinê, dîsa bi yek deng û siyaseta stratejiya yekgirtî beşdarî civîna Şamê bibin.
* Tevlîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya li nivîsîna destûra bingehîn ya nû ya Sûriye û çavdêrkirin û pêkanîn.
* Nepejirandina ne navendî û pejirandina siyaseta desthilateke pir rengî.
* Piştgirîkirina HSDê û rê nedayîna danîna çekan, piştrastkirina ew hêza heyî weke xwe li çarçoveya artêşa nû ya Sûriyeyê bimîne. Lihevkirina li ser hûrgilî û damezirandina artêşa Sûriye ya nû û garantîkirina wê ya li nava destûrê.
* Karkirina li ser biryara jimara 24 a parlementoya Herêma Kurdistanê ku 15ê Cotmeha 2014an hatibû dayîn.
* Sûd girtin ji kêrhatiyên mirovî yên Başûr û giştî parçeyên din yên Kurdistanê û sûdgirtin ji ezmûnên hev.
* Beşdarîkirina karê jiyanî ya li Sûriye, bi tevlîbûna kar ya hevpar ya ji %50î, 50î.
* Têkiliyên Herêmê û navneteweyî firehtir û bi hêztir bikin.
* Girîgî dayîna kerta neftê, çandinî û aboriyê, niştîmankirina berhemên navxweyî.
* Berçavgirin û girîngîdayîna pêkhate, kûrkirina bi hev re jiyana aştiyane û hev qebûlkirin.
* Rê nedayîna serîrakirina hizra tundraw ya Îslama siyasî ya selefî ya li cîhanê.
* Avakirina medyayeke niştîmanî ya fermî ji bo nîşandana deng û helwestên netewî.
* Girîngî dayîna deriyên sînor bi taybetî girîngî dayîna bi deriyê sînor ê Sêmalka.
* Avakirina raya giştî ya cîhanê bi rêya çêkirina lobî piştgirîkirina li ezmûnên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk.
* Pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê şandeyekê bişîne Rojavayê Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina van xalan.”