Mizgîn Denîz ku dayika girtiya nexweş e û endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ye, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Endama Meclisa Şaredariya Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Mizgîn Denîz (51) dema şevê din li ser Cadeya Midyadê dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, otomobîlekê lê xist û bi giranî birîndar bû. Mizgîn Denîz bi ambulansa hate cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê tevî mudaxileyan jî nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.
Keça Mizgîn Denîz, Elîf Denîz yek ji girtiyên nexweş e û li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.