Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Meclisa Ciwanan û endamê PMê yê DEM Partiyê Lîvan Orman li Stenbolê bi îşkenceyê hat binçavkirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Ciwanan û endamê Meclisa Partiyê (PM) ê DEM Partiyê Lîvan Orman li navçeya Esenyûrt a Stenbolê hat binçavkirin.
Derbarê hinceta binçavkirina Orman nehat hînbûn û nayê zanîn bê ku derê de birine.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê derbarê pêvajoya binçavkirinê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got: “Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Meclisa me û endamê Meclisa Partiya me Lîvan Orman li Stenbolê destên wî hatine kelepçekirin û bi êşkenceyê hate binçavkirin. Têkoşîna ciwanan bi zext û êşkenceyê nehatiye rawestan û her tim bi pêş ketiye! Têkoşîna me nayê krîmînalîzekirin!”