Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyên çand, ziman û sivîl kirin li ser ziman çand û mijarên civakî fikir û ramanên hev guhdar kirin.
Koma Agirê Jiyan dê di 21ê Adarê de li Newroza Amedê derkeve ser dikê. Koma Agirê Jiyan bi navê xwe herî dawî di 21ê Adara 2003yan de li Amedê derdikeve ser dika Newrozê. Koma Agirê Jiyan piştî 23 salan careke din derdikeve ser dika Newroza Amedê ya dîrokî. Beriya bernameya Newrozê Koma Agirê Jiyan serdana sazî û komeleyên Amedê, MED-TUHAD FED, Mebya Der, MED DER û MA Musicê kir.
Dema serdanan de endamên komê bi kelecanî û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Endam û nûnerên saziyan jî bi serdana komê kêfxwaşiyên xwe anîn ziman û ev kêfxweşî cihê xwe ji sohbetek kur û dirêj re hişt.
















