Eniya Helwest bi daxuyaniyekê bang li hemû hêzên siyasî û fraksiyonên di nava Parlamentoya Herêma Kurdistanê de kir ku sibe saet 11:00an li Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê amade bin.
Eniya Helwest piştî banga seferberiya neteweyî ya ji bo parastina Rojava xwest li ser mijarê Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê bicive. Serokê Eniya Helwest Elî Heme Salih li dijî êrişên çeteyên HTŞê bang li parlamenteran kir ku sibe saet 11:00an li Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê kom bibin.
‘Parlamento li Ewropa û Amerîkayê bixebite’
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên siyasî û fraksiyonên di nava parlamentoyê de hate kirin ku sibe li parlamentoyê amadebin. Eniya Helwest di daxuyaniya xwe de ragihand ku wana ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê nexşerêyek amadekirine, divê li ser asta Herêma Federe ya Kurdistan li Ewrupa û Amarîkayê di demek herî nêzîk de dest bi xebatê bikin.













