Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi awayekî surprîz hatin cem hev.
Hevdîtina Erdogan û Bahçelî li qesra Beştepeyê destpê kir. Tê payîn ku di hevdîtinê de rewşa dawî ya li Sûrî û şerê di navbera çeteyên HTŞê û HSDê de were rojevê. Li gorî çavkaniyan tê gotin ku di hevdîtinê de wê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî hin giftûguh bêne kirin.













