Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan derbarê êrişên Îranê yên bi moşek û dronan de daxuyanî da û di daxuyaniyê de Îranê bi tûndî hişyar kir.
Wezîrê Siûdî bin Ferhan di daxuyaniyê de got ku Îranê bi van êrişên xwe yên li dijî welatên cîranên xwe pêk tîne hem li heremê û hem jî li cînahê baweriya ji bo xwe têk biriye. Feysal bin Ferhan hişyarî da Îranê û wiha got: “Bila Îran zanibe sebir jî heta ciheke e. Divê ev sebir neye terikandin. Heke îran vê hişyariya me li ber çavan negire Erebistana Siûdî xwediyê wê hêzê ye ku kare bersiva van êrişan zêdetir jî bide.”
Konseya Hevkariya Kendavê Îranê şermezar kir
Derbarê êrişên Îranê de li Riyadê civîna Welatên Ereb û Îslam pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan Al Suûd piştî civînê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de eşkere kir ku Îran, Erebistana Siûdî û Konseya Hevkariya Kendavê ji ber şerê Amerîka-Îsraîl ya li dijî Îranê tewanbar dike û wiha pê de çû: “Di civînê de ev bi tundî hat şermezarkirin.”
Wezîr Feysal bin Ferhan di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku êrişên Îranê yên li dijî welatên Kendava Hurmuz binpêkirina peymanên navneteweyî ne û got: “Îran di çarçoveya planek de van êrişan pêk tîne. Ev hesabê siyaseta wî ya dîrokî ye ku bi ser milîsên xwe yên wekîl de li dijî heremê her diçe firehtir dike ye.”
Bin Ferhan: 136 welat êrişên Îranê qebûl nakin
Bin Ferhah da zanîn ku 136 welatan piştgirî daye vê helwesta Erebistana Siûdî û cîhana Îslamî û wiha bang li Îranê kir: “Divê Îran demildest dev ji van êrişan berde. Îran ji hêlek ve îdia dike ku ji bo cîhana Îslamî têdikoşê û ji hêleke di ve jî cîhana Îslamî kiriye hedefa êrişên xwe. Ev nakokî dê Îranê bi tenê bihêle.”













