Şêrê Îsraîlê û Îranê di roja duyemîn de berdewam dike. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bang li gelên Îranê kir ku li dijî desthilatdariya Îranê rabin û got ku di demên nêz de dê li dijî “hedefên rejîma Îranê” bi hezaran êrişên nû yên berfireh bên pêkanîn.
Îsraîlê duh li dijî rejîma Îranê dest bi êrişên esmanî kir. Îsraîlê dîmenek êrişa xwe ya li dijî navenda paytexta Îranê Tahranê parve kir. Dîmenê ku ji aliyê balafirê ve hatiye girtin, ji aliyê Îsraîlê ve hate parvekirin. Di dîmen de tê xuyakirin ku avahiyên rayedarên rejîma Îranê bi dijwarî tê bombebarankirin.
Li gorî pisporan ev dîmen nîşan dide ku kontrola qada hewayî heta astekê ketiye destê Îsraîlê.
Netanyahu bang li gelên Îranê kir: Rabin serhildanê
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû daxuyaniyek din a têkildarî şer da û bang li gelên Îranê kir. Netanyahû armanca operasyonan wekî afirandina şertên ku gelê Îranê bikare “ji zincîrên zilmê xelas bibe” werin afirandin, pênase kir. Netahyahû diyar kir ku êrişên leşkerî dê li dijî bi hezaran hedefên ku bi rejîma Îranê ve girêdayî ne bên kirin.

‘Derfeta dîrokî bikar bînin’
Nehanyahû di peyamê de bang li welatiyên Îranê kir ku vê demê wekî “derfetek dîrokî” bibînin û li dijî rejîmê tevbigirin. Netanyahû got ku dem hatiye ku gel bi milyonan derkeve kolanan û ji bo guherîna rejîmê tevgera civakî pêk bîne.
‘Hêzên xwe bikin yek’
Di heman daxuyaniyê de Netanyahû bi taybetî navên pêkhateyên civakî yên Îranê rêzkirin û bang li Fars, Kurd, Azerî, Ehvazî û Belûcan kir ku ji bo “pêşerojek nû” hêzên xwe bikin yek.
Li Tahranê dengê teqînan kêm nabe
Hat ragihandin ku li Tahrana paytexya Îranê dengê teqîn, moşekan û bombeyan kêm nabe. Ji ber teqînan dûmana reş ber bi esmanan ve dikişen. Li gorî agahiyên dawî hat zanîn ku Saziya Radyo û Televîzyonê (IRIB) ya Îranê hatiye bombebarankirin. Derbarê van teqînan de Îranê hê jî tu daxuyanî nedaye.
Artêşa Îranê diyar kir ku hêzên wan ên esmanî li Kendava Besrayê li baregehên Amerîkayê xistine. Ev agahî jî ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye piştrastkirin.

Wezîrê Parastinê Nazirzahed hate kuştin
Wezîrê Parastinê yê Îranê Amir Azîz Nasirzadeh jî hatiye kuştin. Nazirzahed berî bê ser vê peywirê Serfermandarê Giştî yê Îranê bû û di nave rayedariya molayan de xwedî cihek girîng bû.
Serfermandarê Giştî Pakpour jî hate kuştin
Di heman demê de, Fermandarê Giştî yê Sepahê Pasdaran (IRGC) General Mohammad Pakpour jî di êrişan de hat kuştin. Pakpour piştî rayedarên leşkerî yên Îranê di şerê 12 Rojan ê bi Îsraîlê re de jiyana xwe ji dest dan, hatibû ser vî karî.
Şêwirmendê rejîmê Şamxanî jî hate kuştin
Her wiha hate zanîn ku şêwirmendê rejîmê Alî Şamxanî jî jiyana xwe ji dest daye. Şamxanî şêwirmendê ewlehiya neteweyî bû. Kesek di nave meqamê Rêberiyê de xwedî rol û ristek mezin bû. Şamxanî her wiha wekî paşperdeya gelek mijarên li Îranê bû.
Ji malbata Xamanî mirî hene
Li gorî çavkaniyên Îranî û daneyên çapemeniya cîhanê hin endamên malbata Xamaney jî di êrişan de hatine kuştin, lê rayedarên Îranê heta niha lîsteya temam a kesên kuştî bi awayek fermî belav nekirine û lêkolînên fermî didomin.
Piştî êrişan, rewşa ewlehiyê li seranserê Îranê hate bilindkirin û hêzên leşkerî ketine rewşa hişyariyê. Rayedarên Îranê ragihandin ku bersiv dê were dayîn.
Her wiha hate diyarkirin ku di êrişê de gelek rayedarên rejîma Îranê hatine kuştin. Rejîma Îranê piştî kuştina van rayedarên xwe 40 roj şîn ragihand.

Wêneyê kêliya kuştinê hate belavkirin
Wêneyê derbarê kuştina Elî Xemeney de jî li ser platformên medya dîjîtal tên belavkirin. Li gorî malpera Israel News Pulse wêneyê kuştina Xamaney ku di nav molazan de xuya dike hatiye parvekirin. Malperê îdia kir ku kesê di wêne de hatiye kuştin Elî Xamaney e.

Îranê li Hewlêr û Dohayê li baregehên DYAyê xist
Şerê Îran û Îsraîlê berdewam dike. Şevê din Îsraîlê li gelek bajaran bi dehan êrişên hewayî li dijî zêdeyî 30 noqteyên cuda pêk anînDi çarçoveya Şerê Îsraîl û Îranê de şevê din li gelek bajaran zêdeyî 30 êrişên hewayî pêk hatin. Îranê jî serê sibê wekî bersiv dayîn baregehên DYAyê yên li Hewlêr, Qeter û Yekîtiya Îmaretên Ereb hedef girtin. Di encama êrişan hind moşekan îsabetê baregehan kir û zirarek cidî ya madî derkete holê. Lê têkildarî ziyana mirovîn agahiyên zelal nehatin bi destxistin. DYAyê hefteyek berî niha baregehên xwe valakiribûn û hişyarî da xebatkarên xwe yên li baregehên li Rojhilata Navîn.
Êrişên Îranê yên bi moşekên balistîk li dijî baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn didome.












