Şervanên YPJ û HSDê bersivên tund dan komên çeteyan ên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û Dewleta Tirk a dagirker. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine ragihandin komên çeteyan li ser rêya Spî (Ebyad) û Hesekê êriş pêk anîn. Şervanên YPJ û HSDê bersivên tund dan êrişkaran û derbeyên giran li wan xistin. Di encama pevçûnan de êrişa çeteyan hat şikandin, gelek çete hatin kuştin, wesayîtên çeteyan hatin ruxandin.







