Êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan, li navçeya Misirca Sêrtê bi girseyî hate şermezarkirin.
Li Navçeya Misirca Sêrtê rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî bi armanca şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek bi girseyî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Girseya li ber Rêxistina Navçeya DEM Partiyê ya Misircê hate cem hev heta ber Şaredariya Misircê meşiya. Di meşê de pankarta, “Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina mîrovahiyê ye” hate vekirin û sloganên, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” “Rojava ya me ye, rûmeta me ye”,“Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Li vir Hevserokê Rêxistina Navçeya DEM Partiyê ya Misircê Naîl Asma daxuyanî da û bal kişand ser êrişan û wiha axivî: “Hêzên tarî li Helebê gelê Kurd hedef girtiye. Divê bê zanîn ku azadiya Rojava ne tenê azadiya Kurdan e, mîsogerkirina dahatûya azad a tevahiya Rojhilata Navîn e. Em bi bawerin dê bi siyaseta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daniye holê bi xwe re îstîkrar û çareseriyê bîne.”
Daxuyanî bi berzkirina slogana, “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.













