Bi pêşengiya DEM Partiyê ya Salihliyê daxuyanî hatedayîn û êrişên çeteyên HTŞ, SMO, DAIŞê li ser Rojava hatin şermezarkirin.
Girseya ku bi pêşengiya DEM Partiyê ya Salihli ya Manîsayê li taxa Yilmazê kom bû. Giseyê pankartên bi nivîsên “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye. Teslîm nayê girtin” vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Salihliyê Abdullah Akdemir daxuyanî xwend.
Akdemîr bal kişand êrişên li ser Rojava û got ku Rojava tecrubeyeke azadiyê ya dîrokî ye ku bi îradeya hevbeş a gelan hatiye avakirin. Akdemîr got: “Rojava; bi îradeya hevbeş a Kurdan, Ereban, Suryaniyan, Ermeniyan, Tirkmenan, Elewî, Êzidî, Mesîhî û Sunniyan, bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin û modelekê jiyanê ye. Ev tecrube, ji hemû cîhanê re nîşan da ku li Rojhilata Navîn şer, mezhebperestî û serweriya mêr ne çarenûs in.”
Akdemîr destnîşan kir ku piştgiriya bi gelê Rojava re berpirsiyariyeke mirovî ye û bal kişand ser taybetmendiya êrişan û wiha got: “Ev ne mijara ewlehiyê ye, polîtîkaya tasfiyekirinê ye. Ev ne pevçûn e, dorpêçkirin e. Ev ne rewşek demkî ye, nêzîkahiyeke bi hişmendî û sîstematîk e.”
Daxuyaniya çapemeniyê bêyî bûyer bi dawî bû.














