Ji ber êrişên li ser Kurdan û bêrûmetkirina sembolên Kurdî li Efrîn û Helebê, bi sedan koçberên ji Efrîn û şêniyên bajarê Hesekê û Qamişloyê çalakî li dar xistin.
Bi sedan koçberên Efrîn û xelkê Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî malbatên Kurd li Efrîn û Helebê li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist.
Beşdaran siloganên “Bijî Berxwedana Efrînê”,”Bijî Berxwedana Rojava”, “Efrînê bi te ne heya mirinê” hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Efrîn û Helebê de, komên hawirde yên nijadperest êrişî malbatên Kurd kir û sembolên Kurdî bêrûmet kirin.
Li ber parêzgariya Hesekê çalakî hat lidarxistin
Bi sedan koçberên ji Efrîn û şêniyên bajarê Hesekê ji bo bersivdana van êrişên li ser Kurdan û tehrîdkirina li dijî wan bi sedan koçberên ji Efrîn û şêniyên Hesekê li ber avahiya parêzgehê kom bûne.
Xwepêşander daxwaza rawestandina êrişên li ser Kurdan dikin û dirûşmeyên wekî “Na ji fitneyê re ” û “Kurd beşek resen a Sûriyeyê ne” berz kirin.













