Bi rêya balafira bêmirov a bombebarkirî, êrişî bajarê Hewlêrê hate kirin û di encamê de zirerên madî çêbûn.
Bi rêya balafira bêmirov a bombebarkirî, êrişî bajarê Hewlêrê hate kirin û di encamê de zererên madî çêbûn. Hate ragihandin ku balafira bêmirov a bombebarkirî li taxa 32 ya Park ketiye xwarê.
Li gor agahiyên destpêkê, dengekê mezin ji êrişê balafira bêmirov hate bîhîstin û di encamê de tenê zirerên madî çêbûne.
Di saetên êvarê de jî êrişî bajarê Hewlêrê hate kirin lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve bersiva êrişan hate dayîn.













