Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê daxuyand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 52 kesan jiyana xwe ji dest da û 154 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara kesên di êrişên hewayî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 52 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 154 kesan.
Artêşa Îsraîlê piştî êrişên bi roketan ên Hizbullahê êrişên hewayî yên berfireh da destpêkirin. Îsraîlê ragihand ku taxên başûrê Beyrûdê yên ku ji hêla Hizbullahê ve têne kontrolkirin hedef girtine û milîtanên payebilind hatine hedefgirtin.













