Endama Komeleya Jinê ya Rosayê Esra Çîçek Mercan der barê tundiya li ser jinê û rola jinê ya pêvajoyê nirxandin kir û got: “AKPê 10 salan wekî salên malbatê îlan kir û dixwaze jinê di malê de hepis bik. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin.”
Endama rêveberiya Komeleya Jinê ya Rosayê Esra Çîçek Mercan tekildarî banga 27 Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tundiya li ser jinê nirxandin kir. Esra Çîçek Mercan ewil bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî jinan û got: “Gelek sedemên tundiyê hene. Sedema sereke ew e ku polîtîkayên dewletê jinê naparêze. Dewlet ji bo jinê qels bike, dixwaze li ser jinê tundiyê zêde bike. Tundî polîtîk e. Jin di aliye aboriyê de tundiyê dijî. Li dijî jinê îstîsmar û destdirêjî pir zêde ye. Ev tundî encama polîtîkayên dewletê ne. Dewlet çawa ku dixwaze li ser Kurdan desthilatdariyê bike, dixwaze wisa li ser jinê jî bike.”
Esra Çîçek Mercan bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha berdewam kir: “Jin niha li Turkiyeyê û di çareserkirina Kurdan de dixwazin bibin kirde. Dema em li komîsyona meclisê dinêrin jin kêm in. Ji ber ku dewlet naxwaze jin pêş bikevin. Naxwaze biaxivin û biryara xwe bidin. Lê jin li kolan û qadan dibêjin ‘Em hene û li vir in. Di areserkirina pirsgrêka Kurdan de em dixwazin rol û mîsyona xwe bi cîh bînin.’ Jin di roja evilde jî îro jî dibêjin bê jinan çareserî nabe.”
‘Jin ji pêvajoyê hêvîdarin’
Esra Çîçek Mercan li ser polîtîkayên AKPê yên li dijî jinê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Hêvî û baweriya jinan çareseriyeke bi rumet e. Hêviya wan parastina mafê mirovan, jin û zarokan e. Divê bi zagonan tundiya li ser jin û zarokan bê rakirin. Hikûmeta AKPê ‘10 salan wekî salên malbatê îlan kir’. Pir bi pergala malbatê dilîze. Naxwaze jin ji malê derkeve. Em vê yekê qebul nakin. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin. Em ê mafê xwe bi parêzin.”
Esra Çîçek Mercan bal kişand tundiya li dijî jinê jî û wiha bi dawî kir: “Tundiya li ser jinê berdewam dike. Her diçe tundî zêde dibe. Di 2011an de bi Peymana Stenbolê re tundiyali ser jinê gelek kêm bu. Yên tundiyê li jinê dikin dizanibûn ku tundiyê bikin dê bêne cezakirin. Di 2021ê de Serokkomar Tayyip Erdogan Peymana Stenbolê rakir. Piştî Peymana Stenbolê rikir, wê salê tundî zêde bû. Dewletê rê li pêşiya tundiyê vekir. Di vê pêvajoya ku çareserî tê niqaşkirin de tundiya li ser jinê didome. Di pêvajoya çareseriyê de divê mafê jinê bê parastin. Lê mafê jinê asteng dikin. Êdî jin mafê xwe nas dikin û divê em bi hevre li dijî van politikayên dewletê têbikoşin.”