Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê 77 fabrîqeyên çîmento hene. Ji van 77 fabrîqeyan 20 fabrîqe li bakurê Kurdistanê hatine avakirin. Li gorî lêkolînên zanistî herî zêde fabrîqeyên çîmendo derdorê qirêj dikin û nexweşiya pençeşêrê zêde dike.
Maddeyên partîkul ên wekî Oksîtên Azot, Dîoksîta Sulfurê, monoksîta karbonê, arsenîk, kadmîyûm, civa, benzen, nîkel, krom û sifir nexweşiya mirov zêde dikin. Rê li pêşiya pençeşêrên kezeb, çerm û weremê vedikin.
Li gorî rapora Yekîtiya Betona Hazir a Tirkiyeyê (THBB), li Tirkiyeyê di 2023an de 119 milyon m³ û di sala 2024an de jî 130 milyon m³ peton hat hilberîn. Di 2025an de her çend rapor nehatibe parvekirin jî xuya ye ku dê zedetirî 130 milyon m3 beton hatibe hilberîn. Ji bo her tonek çîmento nêzî 1,5 ton maddeyê xam, 0.3 ton hava, 6 gigajul sotemeni tê bikaranin. Ji bo hilberîna toneke çîmento 0.94 ton karbon dioksit tevli atmosferê dibe. Ev bi xwe re li aliyekî hewa û axê qirêj dike, li aliyê din nexweşiyan zêde dike.
Ji ber hilberîna çîmento, maddeyên partikul, toza maddeyên xam, toza komurê, toza klinê, toza farinê, elçî, toza çîmento û gazên wekî SOx , Nox tev li hewayê tê kirin. Di hilberînê de gaza elementên wekî arsenik, kadmiyum, nikel, krom, sifir, cıva, risas, mangan, selenyum, vanadyum, çinko wekî bermahî tev li hewayê dibin. Ev elementên ku tev li hewayê dibin, bi rêya nefesê/bêhnê dikevin kezeba mirovan û di laşê mirovan de nexweşiyê çêdikin.
Ji ber qirêjiya hewayê û partîkulên fabrîqeya çîmento bandoreke xerab li ser tenduristiya mirovan jî dike. Maddeyên Partîkûl (PM) girêdayî emîsyona fabrîqeya çîmento ye. Ev emîsyon çiqas rast bikar anîne. Bermahiyên fabrîqeyên ên wekî Oksîtên Azot, Dîoksîta Sulfurê, monoksîta Karbonê, Arsenîk, Kadmîyûmê, Civa, Benzen, Nîkel, Krom û Sifir nexweşiya mirov zêde dikin. Rê li pêşiya pençeşêrên kezeb, çerm, ser êş, gêjbûn, korbûn, bêhnçikandin, gurçik, jibîrkirin, lalbûn, kerbûnê vedikin.
Li gorî raporên Odeyên Tabîban ji ber gaz û hewaya ku ji fabrîqeya çîmento di kezeb û laşê mirovan de nexweşiyên wekî; astim, KOAH, qeyrana dil, pençeşêra kezebê û gelek nexweşiyên din pêş dixe. Tenê zerarê nade mirovan. Di heman demê de zerarê dide bax, bostan û xwezayê jî.
Berê dahl û rezan kêm dike
Li gorî lêkolînan zeytûnên ku fabrîqeyên çîmento li nêzî wan hatiye avakirin, ji ber dûxana fabrîqeya çîmento berhemên zeytûnan kêm bûye. Ji ber ku bermahiyên fabrîqeyên çîmento av, ax û hewayê qirêj dike, hemû zindîwerên ku çavkaniya wan ax, av û hewa ye, zerarek mezin dibînin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, fabrîqeyên çîmento di lîsteya ku hewayê qirêj dike û rê li pençeşêrê vedike de bi cih kiriye. Rêxistina Tenduristiyê destnîşan dike ku ji ber maddeyên partîkul (PM10 û PM 2,5) dibin sedema mirinê. Her ku rêjeya partîkulan zêde dibe, rêjeya mirinê jî zêde dibe.
Tirkiye li dijî peymanê tev digere
Her çend Tirkiye Peymana Avhewa ya Parîsê îmze kiribe jî, li gorî pîvanên peymanê tev nagere.
Li Tirkiyeyê 47 Palûkeyên Entegre yên Endamên Turkçimentoyê hene. Ji vana 13 heb li bakurê Kurdistanê ne. Ev fabrîqeyên çîmento yên ku hilberîna çîmento dikin wiha ne: Aşkere – Erzirom, Arkoz – Agirî, Votorantîm – Sîwas, Yurt Çîmento – Mûş, SEZA Çîmento, Lîmak – Erxanî-Amed, Aşkale – Van, Lîmak – Misirc-Sêrt, Çîmko – Semsûr, Çîmko-Narli-Semsûr, Lîmak-Riha, Oyak-Mêrdîn, Lîmak – Kilis.
Li Tirkiyeyê 16 Tesîsên Hêrandinê yên Turkçimento hene. Ji van tesîsan 5 tesîs li bakurê Kurdistanê ne. Tesîsên li bakur wiha ne: Yurt-Sîlopî-Şirnex, Lîmak-Dêrîk-Mêrdîn, Ferçîm-Êlih, Lîmak-Bitlis, Aşkale-Erzingan.
Li Tirkiyeyê 6 fabrîqeyên Entegre yên endamên Turkçîmentoyê hene. Ji vana 2 heb li bakurê Kurdistanê ne. Ev palûke wina ne: Çîmentaş-Xarpêt, Çîmentaş-Qers.
Li bakurê Kurdistanê bi giştî 20 palûke û tesisên hilberîna çîmento hene. Bi tayetî Fabrîqeya Çîmento ya Lîmakê ku li Rihayê hatiye avakirin zerake mezin dide baxên fisteqan. Fabrîqe li ser 875 hezar metrekare zeviyê ihatiye avakirin. Salêi 2,2 milyon ton çimento û 1,5 milyon ton klinker hildiberîne. Lê ji ber hilberîna çîmento, baxên fisteqan û rezên tirî hişk dibin.













