• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Maînz de seba qirkerdişê Dêrsimî vendayena vîrardişî

    Cangoriyên Tevkujiya Dêrsimê dê li Almanyayê bên bîranîn

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

    ‘Li Amedê qadên giştî tên dagirkirin, metirsiya erdhejê tê jibîrkirin’

    ‘Li Amedê qadên giştî tên dagirkirin, metirsiya erdhejê tê jibîrkirin’

    DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

    DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

    Maça Amedsporê dê ji TRT Kurdiyê bê weşandin

    Maça Amedsporê dê ji TRT Kurdiyê bê weşandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Maînz de seba qirkerdişê Dêrsimî vendayena vîrardişî

    Cangoriyên Tevkujiya Dêrsimê dê li Almanyayê bên bîranîn

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

    ‘Li Amedê qadên giştî tên dagirkirin, metirsiya erdhejê tê jibîrkirin’

    ‘Li Amedê qadên giştî tên dagirkirin, metirsiya erdhejê tê jibîrkirin’

    DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

    DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

    Maça Amedsporê dê ji TRT Kurdiyê bê weşandin

    Maça Amedsporê dê ji TRT Kurdiyê bê weşandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

Navenda Nûçeyan / AW

17 SIBAT 2026 - 15:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di civîna rûspiyên Kurd û Ereb ên li Hesekê de destnîşan kir ku ew girêdayê peymana 29ê Çileyê û aştiyê ne û armanca wan ew e ku peyman û aştî pêk were. 

Desteya Rûspiyan û Meclîsa Rûspiyan ya Heseke îro li Hola Şeto ya bajarê Heseke civînek li dar xist. Nûnerên eşîrên Ereb û Kurd û pêkhateyên din, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî jî beşdarî civînê bû.

Ebdî di civînê de axivî û destnîşan kir ku serkeftina peymana 29ê Çileyê û pêkanîna aştiyê armanca wan a sereke ye û got: “Bi hev re ji bo parastina civaka xwe, mil bi mil ber bi yekitî û aramiyê ve. Aştiya sivîl berpirsiyariya me ya hevpar e, gotina me yek e, û ewlehiya me yek e. Na ji fitneyê, na ji zimanê nefretê re”

Ebdî diyar kir ku wan peymana 29ê Çileyê îmze kiriye û di pêvajoya pêkanîna wê de ne. Ebdî destnîşan kir ku ev peyman wek çarçoveyeke sereke ya ji bo hemû gavên siberojê ye.

Ebdî got wan di rojên dawîn de bi aliyên navneteweyî re, bi taybetî hemû welatên ku di dosyaya Sûriyeyê de beşdar in, civînên berfireh pêk anîne û ev alî hemû dixwazin peyman bi cih were. Ebdî rave kir ku ji bo herêmê tişta sereke cîbicîkirina peymanê li hemû deveran e ku di nava peymanê de cih digrin, wekî Efrîn, Serêkaniyê, Kobanê û Hesekê. Hin gavên sereke hatin avêtin ji bo agirbesteke mayînde pêk were ku hîn jî dewam dike. Ebdî hêvî kir ku ev agirbest dewam bike û veguhere aramiyeke mayînde li herêmê û diyar kir ku her kes dixwaze ew were bicihanîn. Mazlum Ebdî diyar kir ku HSD dê peymanê pêk bîne da ku aramiya mayînde li herêmê mîsoger bike.

‘Divê dorpêça li ser Kobanê rabe’

Der barê mijara leşkerî de Ebdî destnîşan kir ku cîbicîkirin hinekî dereng ma û got: “Diviyabû hêz di roja duyemîn a peymanê de ji eniyên şer vekişiyana, lê niha ev gav bi serkeftî temam bûn. Lê li Kobanê hin pirsgirêk berdewam dikin, niha dan û standin ji bo rakirina dorpêçê û vekişîna hêzan bo baregehên wan berdewam in.” Ebdî diyar kir ku xebat ji bo bicihanîna van tedbîran berdewam dike.

Ebdî got du aliyên peymanê hene; yek bi pêkhateya Kurd ve girêdayî ye û ya din jî hemû pêkhateyan digire nava xwe. Ebdî diyar kir ku aliyê herî girîng entegrekirina saziyan e û hin gav niha têne avêtin da ku ev entegrekirin pêk were û pêvajo bi ser bikeve.

Ebdî da zanîn kir ku di rojên pêş de dê hewlên cidî werin dayîn da ku saziyên ku zêdetirî 12 salan li herêmê dixebitin, werin entegrekirin. Her wiha diyar kir ku serkeftina pêvajoya yekbûnê şertekî sereke ye ji bo pêkanîna peymanê.

Ebdî got wan li hev kiriye ku hêzên leşkerî di nav lîwayan de û di nav pergala Wezareta Parastinê de yek bikin û xebat di vî warî de dewam dike. Her wiha anî ziman ku pirsgirêkek di warê destnîşankirina cîgirê wezîrê parastinê de heye û da zanîn ku dê nûnerekî hêzên wan di nav wezaretê de hebe ku hîn nehatiye ragihandin.

Ebdî got divê hebûna hemû şervanên ku li dijî DAIŞê şer kiriye, herêm li dijî êrişên Tirkiyeyê parastiye, birîndar bûne û hevalên wan şehîd bûne, were parastin û sûdê ji pisporiya wan a li dijî terorê wergirin. Ebdî diyar kir ku hemû şervan, tevî fermandaran, dê cihê xwe di pergala nû de bigirin. Her wiha got li ser vê mijarê lihevkirinek bi pêş ketiye.

‘Divê entegrasyon bi lez pêk were’

Mazlûm Ebdî der barê rewşa ewlekariyê de jî diyar kir ku avaniya ewlehiyê ya ji sala 2012an ve dewam dike dê were parastin û girîng e ku endamên ewlekariyê cihê xwe di sazûmaniya Wezareta Karên Hundir de bidomînin. Ebdî îşaret pê kir ku teşkîlatên ji wezaretê yên ku derbasî herêmê bûne, bi armanca piştevaniya serxistina pêvajoya entegrasyonê hatine û pêkanîna wê dê di çend rojên pêş de dest pê bike û wiha got: “Her wiha komîteyek li ser asta rêveberiyê hatiye avakirin da çavdêriya entegrasyonê bike.” Ebdî da zanîn ku astengî hene, lê dirûşma wan ew e ku li dijî provokasyonan, gotinên nefretê û hewldanên têkbirina peymanê entegrasyon bi lez were pêkanîn.

Mazlum Ebdî destnîşan kir ku li Munîhê hevdîtin li gel wezîrê karên derve yê hikumeta demkî û serokê îstîxbarata hikumetê hat kirin û got: “Di hevdîtinê de hemû pirsgirêk hatin nîqaşkirin û li ser lezkirina pêkanîna tedbîran lihevkirin çêbû. Her wiha hate lihevkirin ku ji her du aliyan komîteyên rêveber werin avakirin da ku lezê bidin xebatên entegrasyonê li ser asta Hesekê û saziyên wê, bi rengê ku hemû pêkhate cihê xwe biparêzin û beşdarî ji nûve avakirina parêzgehê bibin.”

‘Hewldanên fitneyan bi ser neketin’

Ebdî îşaret pê kir ku di demên dawîn de gotinên nefret û nîjadperestî û mezhebperestî zêde bûne û axaftina xwe wiha domand: “Ji sedan salan ve pêkhateyên herêma Cizîrê bi hev re dijîn. Nakokî di navbera wan de tune ye. Gelek aliyan hewl da fitneyan çêkin, lê hewldan bi ser neketin, ji ber ku şêniyên herêmê li hev kiriye ku bi hev re bijîn. Parêzgarek heye ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Wê her kes beşdarî jinûve avakirinê bibe.”

Ebdî li dijî hewldanên fitneyan banga hevgirtinê kir û da zanîn ku li hevkirin li ser parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan çêbûye û got: “Ev tê wateya ku şêniyên herêmê di hemû astan de herêmên xwe di çarçoveya sazûmaniya dewletê de bi rê ve bibin. Tevahî pêkhate dê herêmê bi awayekî hevbeş bi rê ve bibin û parastina taybetmeniyên Kurdan li herêmên wan bê kirin. Di civînên navneteweyî yên li Munîhê de xuya bûn ku divê ji şerekî nû were dûrketin û bendên peymanê werin pêkanîn. Ji bo mafên gelê Kurd li herêmên wan jî soz hebûn.”

Mazlum Ebdî diyar kir ku pêvajoya heyî pêvajoyeke nû ye û got: “Divê ders ji şaşiyên berê werin girtin. Siberoj girîngtir e. Tevî şaşiyên ku derketine jî lê nabe mirov bê hêvî be. Divê em li pêş binêrin û xwe bispêrin nexşerêyeke zelal.”

Mazlum Ebdî anî ziman ku hevgirtin rêya serxistina lihevkirinê, parastina aştiya daîmî û rêgirtina li ber fitneyan e.

Etîket: Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum EbdîMazlum Ebdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

30 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

18 ADAR 2026
Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

15 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

2 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

2 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî: Civîna bi Talabanî re hevkariya hevbeş xurt kir

Mazlûm Ebdî: Civîna bi Talabanî re hevkariya hevbeş xurt kir

25 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ne kes dikare bifiroşe, ne kes dikare bikire!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Ermîş: Piştî agirbestê xeta sêyemîn dê bêtir bê nîqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê PJAKê Avdanan: Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guhertin erênî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên cangoriyan şahî pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tûrnûvaya voleybolê ya jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroz Uysal: Nedîm Orûç û rojnamegerên girtî demildest berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (345)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne