2yemîn Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ku ji hêla Şaredariya Depê ve tê organîzekirin, dê di 1-2yê Tebaxê de bê lidarxistin.
Navçeya Depê ya Xarpêtê bi dîrok, çand, huner û xweşikiya xwe tê zanîn. Şaredariya Depê ji bo parastina çand û xwezaya navçeya xwe sala duyemîn e festîvalê li dar dixe.
Dîroka lidarxistina 2yemîn Festîvala Xweza û Çandê ya Depê diyar bû. Festîval îsal dê bi pêşengtiya Şaredariya Depê, Komeleya Alîkarî, Pêşxistin û Çandê ya Gêxî-Dep-Zarpêrt-Xorxol-Çermê (KAYY-DER), Federasyona Komeleyên Depê (KAR-DEF) û Komeleya Depiyên Ewropayê (AV KARDEP) ve were lidarxistin. Mihrîcan dê di 1-2yê Tebaxê de bê lidarxistin.