Festîvala Rojên Amarayê ji bo 77 salî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin didome. Festîval bi beşdariya hezaran kesan konsereke biheybet hat lidarxistin.
Di çarçoveya 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Rojên Festîvala Amarayê ya ku bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad re Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” hatiye organîzekirin, didomin . Bi tarîbûna hewayê re bi hezaran kesan parqa 4ê Nîsanê tijî kirin. Hunermendê Navenda Çand û Huner a Mezopotamyayê (NÇM) Hunermend Erhat bi stran girsecoşand. Her wiha li ser dikê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê herî dawî jî hat nişan dan û di qada festîvalê de dimenên heybet derketin holê.














