Endamê komîsyonê yê MHP Fetî Yildiz beriya civîna komîsyonê ya endamên partiyan ku ji bo nivisîndaina raporê hatinê peywirdarkirin pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku ew ê di rojên pêş de dest bi nivisîndina raporê bikin û rapor dê di nava vê mehê de bê amadekirin.
Nûnerên partiyên endamên Komîsyona Meclîsê ku ji bo nivîsandina raporê hatine peywîrdarkirin bi Serokatiya Numan Kurtulmuş civîna 2yemîn li dar dixe. Endamê Komîsyonê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiye ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çîçek, Cigirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz, endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr, endamê komîsyonê yê AKPê Abdulhamît Gul û endamê komîsyonê yê Koma Yenîyolê Bulent Kaya ku li ser navê partiyên xwe ji bo nivîsandina raporê hatine peywîrdarkirin tev li civînê bûn.
‘Em ê raporek mutabiq amade bikin’
Fetî Yildiz beriya civînê pirsên rojnamegeran bersivand û anî ziman ku ew ê sernavên raporan tespît bikin û got: “Di rojên pêş me de wê nivîsandina raporê dest pê bike. Em ê raporê di nava vê mehê de amade bikin. Kodên avakar ên dewletê diyar in. Ew ne mijarên nîqaşê ne. Heke em qanûna înfazê derbixînin yasaya înfazê jî dê di nav de be. Li gorî qanûna bingehîn em ê raporeke ku hemû kes li serê mutabiq be amade bikin.”
Endamê CHPê Murat Emîr jî anî ziman ku ew nizanin rapor dê kengî amade bibe û divê hemû partî bi berpirsyariya xwe rabin û tişta dikeve ser milê wan pêk bînin.













