Piştî biryardariya Trump ya vekişîna ji NATOyê rayedarên Tirkiyeyê jî ketin nav fikaran û ji ber vê yekê bang li endamên NATOyê yên din kir ku ji bo vê amadekariyê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bal kişand ser gefên Donald Trump ên li dijî NATOyê û bang li welatên endam kir ku xwe ji bo “kêmbûna rola Amerîkayê” amadehiyê bikin. Fîdan destnîşan kir ku divê Civîna Enqereyê wekî derfetekê ji bo ji nû ve sazkirina têkiliyên bi Washingtonê re were bikaranîn.
Civîna Enqereyê û amadekarî
Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Anadoluyê de diyar kir ku NATO divê êdî gefên Trump ne wekî “gotinên siyasî” lê wekî rîskekî rastîn bibîne û wiha got: “Divê welatên NATOyê Civîna Enqereyê (7-8ê Tîrmehê) bikin derfetek ku peywendiyên bi DYAyê re raxin ser bingeheke pergalî. Heke Amerîka ji hinek mekanîzmayên NATOyê vekişe, divê ji bo vê plan û bernameyeke qonax bi qonax hebe ku kes di nîvê rê de nemîne.”
Gefên Trump û xeta Hurmuzê
Serokê Amerîkayê Donald Trump, hefteya borî ji ber ku welatên Ewropayê di şerê Îranê de j bo Tengava Hurmuzê piştgiriya pêwîst nedan Washingtonê, gefa vekişîna ji NATOyê xwaribû. Ev rageşî piştî krîza “kirîna Gronlandê” bûye sedema krîza herî mezin ya di navbera endaman de. Hakan Fîdan destnîşan kir ku ji ber rêza Trump ya ji bo Serokkomar Erdogan, dibe ku ew beşdarî Lûtkeya Enqereyê bibe, lê Trump bi giştî ji lûtkeyan “bêzar” e.
Vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Ewropayê
Li aliyê din, çavkaniyên Qesra Spî ji bo ajansa Reutersê ragihandin ku Trump ji ber nerazîbûna xwe ya li hemberî NATOyê, vebijêrka vekişandina beşek ji leşkerên Amerîkayê yên li Ewropayê dinirxîne. Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî hewl dide rageşiyê kêm bike û dibêje ku Ewropa di şerê Îranê de piştgiriya lojîstîk daye Washingtonê.
NATO di ezmûneke krîtîk de ye
Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku peyama Tirkiyeyê ya “xwe amade bikin”, nîşan dide ku êdî bawerî bi mayîndebûna Amerîkayê ya di nav NATOyê de kêm bûye. Tê texmînkirin ku lûtkeya meha Tîrmehê ya li Enqereyê dê bibe xala herî krîtîk ya ji bo paşeroja vê hevpeymaniya 77 salî.
‘Amerîka ji bo hevalbediya Îsraîlê bike ji NATOyê vedikişe’
Dîrektorê berê yê Navenda Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyî ya DYAyê û kesê nêzî Donald Trump, Joe Kent, îddia kir ku Amerîka dikare ji NATOyê vekişe. Joe Kent diyar dike ku Trump ji bo ku şereke gengaz yê li Sûriyeyê ku di navbera Tirkiye û Îsraîlê de derkeve ji bo bi hêsanî karibe hevalbendiya Îsraîlê bike ji NATOyê vedikişe. Dixuye ku vê daxuyaniyê Tirkiyeyê xistiye nav fikaran. Pisporê mijarê diyar kirin ku Fîdan ji ber vê fikarê hewl dide hin rê û rêbazên çareseriyê ava bike.













