• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

    Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

    Li Nisêbînê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin

    Li Nisêbînê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Abdullah Ocalan: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye

    Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

    Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

    ‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

    ‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Fikrên cuda li derdora Onder bûn yek

Mahmut Altintaş /AW

20 NÎSAN 2025 - 08:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Stenbol – Parlamenterê berê yê HDPê  Behçet Yildirim û parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn ku li nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê tedawîkirin disekinin destnîşan kirin ku Sirri Sureyya Onder hemû fikir û baweriyên cuda li dora xwe kom kirin û yekîtiya gelan ava kiriye.

Endamê şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serkokvekîlê meclisê Sirri Sureyya Onder di 15ê Nîsanê de qirîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Sirri Sureyya Onder ku damara mezin (aort) a dilê wî çiriya li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê ameliyat bû. Tedawîya wî didome. Sirri Sureyya Onder piştî ameliyatê derxistin beşa lênihêrîna awarte û rewşa wî ya xetere didome.

Sirri Sureyya Onder 5 roj in li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Ji roja ewil heta niha serdanên nexweşxaneyê jî bê navber didomin. Rojnameger jî ji roja ewil heta niha li ber nexweşxaneyê rewşê dişopîne. Siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û nûnerên saziyên sivîl jî ji roja ewil vê serdana nexweşxaneyê dikin. Her wiha li derdora nexweşxaneyê jî ji bo Sirri Sureyya Onder ji aliyê gel ve pankart hatine daliqandin. Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê jî welatî ji bo Sirri Sureyya Onder tên nexweşxaneyê. Parlamenterê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hûn û parlamenterê berê yê HDPê yê Semsûrê Behçet Yildirim ku bi Sirri Sureyya Onder re xebitîbûn rewşa Onder li nexweşxaneyê dişopînin. Behcet Yildirim û Yilmaz Hûn têkildarî rewşê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Wê aştiyê bibîne’

Behçet Yildirim ku ji bo Sirri Sureyya Onder ji Semsûrê bi rê ketiye û niha li nexweşxaneyê ye; derbarê rewşa Sirri Sureyya Onder de anî ziman ku dema ew parlamenter bû bi hev re dixebitîn û wiha got: “Tevî ku ew parlamenterê Stenbolê bû jî dilê wî her tim li Semsûrê bû. Bi pirsgirêkên Semsûrê re jî mijûl dibû. Rewşa wî giran e. Lê hêviya me heye ku dê vê rewşê derbas bike. Sirri Sureyya Onder di rêya aştiyê de têkoşiya. Xebateke mezin kir. Ji ber xebat û têkoşîna aştiyê zahmetî jiya û ev nexweşî pê re peyda bûn. Lê em bi hêvî ne dê vê rewşê derbas bike û aştiyê bibine.”

Behçet Yildirim destnîşan kir ku eleqayeke mezin ji bo Sirri Süreyya Onder heye û wiha dirêj kir: “Ji ber ku qasidê aştiyê ye ew qas kes hatin serdanê. Hemû beşên civakê û fikrên cuda li vir kom bûn. Ew yek jî nişan dide ku gelê Kurd û gelê Tirk aştiyê dixwazê. Ew qas kes ji bo aştiyê li vir in wê alaqayê nişan didin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê hemû gel tên vir. Sirri ji aliyê herkesî vê tê hezkirin. Em hêvî dikin dê vê nexweşiyê jî derbas bike.

‘Hemû fikrên cûda anîn ba hev’

Yilmaz Hûn jî anî ziman ku di rewşa tendûristiya Sirri Sureyya Onder de cudahiyek tuneyê û wiha axivî: “Hunermend, siyasetmedar û hemû beşên civakê tên serdanê. Li pişt me jî pankart hatine daliqandin. Sirri Sureyya Onder hemû baweriyên cuda, fikrên cûda û gel aniye ba hev. Hundirê nexweşxaneyê û dervayî nexweşxaneyê tijê bû ye. Hemû gel ji bo Sirri Sureyya Onder li gor baweriyên xwe duayan dikin. Ew yek jî yekîtiya gelan nîşan dide. Sirri Sureyya Onder ew yek derxist holê. Ew ji bo aştiyê gelek girîng e. Em jî hêvî dikin tendûristiya wî baş bibe û dîsa bi rol û misyona xwe rabe.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

21 KANÛN 2025
Li Nisêbînê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin

Li Nisêbînê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin

21 KANÛN 2025
Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

Abdullah Ocalan: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye

21 KANÛN 2025
Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

21 KANÛN 2025
Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

21 KANÛN 2025
‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

21 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (416)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne