• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Civînên gel ên li gundan didomin

    Civînên gel ên li gundan didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

Fîlozof Edgar Morîn piştgirî da Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan /AW

9 ADAR 2025 - 14:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fîlozof û civaknasê navdar Edgar Morîn, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, got: “Ez heta dawiyê piştgiriyê didim pêvajoya veguherîna aştî û demokratîk a li Tirkiyeyê.”

Fîlozof û civaknas Edgar Morîn ku li seranserî cîhanê kesayetekî navdar e, ji Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re peyamek şand û got ew piştgiriyê dide banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Erdgar Morîn di peyama xwe de got: “Weke rewşenbîrek, li gorî min ramanên azad û nîqaşên demokratîk nirxên hevpar ên mirovahiyê ne. Ez, heta dawiyê piştgiriyê didim pêvajoya veguherîna aştî û demokratîk a li Tirkiyeyê. Di vê pêvajoya dîrokî de ku piştî Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî silav da siyasetmedarên Kurd dest pê kir û bi Banga Aştî û Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de berdewam kir, ez bang li her kesî dikim ku rêzê ji bo îradeya pêkvejiyanê ya Tirk û Kurdan bigirin û hêzê bidin vê pêvajoyê. Ji Sokrates heta niha, em dizanin ku tişta mirovan dike mirov, fikra azad û guftûgoya bi mirovên din re ye. Jixwe, ma fikirîn jî ne diyaloga bêdeng a mirov bi xwe re dike ye?

Aştî ew e ku mirov bi xwe re û bi hev re azad biaxive. Aştî ne ew e ku mirov bişibin hev. Aştî, dayina firsendê ye, bêyî ku mirov tune bike qanehkirin e. Pêvajoya aştî û demokratîkbûna ya li Tirkiyeyê, pêwîstiyeke rûmeta mirovahiyê ye. Lewma jî li dijî sorkirina herêmî ya emperyalîzmê, ez radigihînim ku bi yekitiya gelên Tirk û Kurd re me. Bijî azadî, bijî demokrasî.”

Erdgar Morîn kî ye?

Edgar Morîn li seranserî cîhanê fîlozof û civaknasekî navdar e. Di sala 1921’ê de li Parîsê ji dayik bû. Di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de di eniya dij-faşîst de cih girt û di sala 1942’yan di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li dijî dagirkeriya Almanyayê ya li Fransayê têkoşiya. Di salên ciwantiya xwe de aktîvîstekî komunîst bû û di sala 1951’ê de jî ji Partiya Komunist veqetiya. Ji salên 1950’ê ve bi fikrên xwe li Fransayê û piştre jî li seranserî cîhanê weke yek ji sembolên civaknasiyê hat naskirin. Prof. Edgar Morîn, niha yek ji fîlozof û civaksanên herî mezin ên sedsalê tê qebûlkirin.

Li seranserî cîhanê ji 38 zanîngehan inwana doktoroya fahrî wergirt û demekî dirêj dîrektoriya Navenda Lêkolînên Zanistî yên Neteweyî ya Fransayê (CNRS)  kir.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

21 TÎRMEH 2025
DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

21 TÎRMEH 2025
Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

21 TÎRMEH 2025
Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

21 TÎRMEH 2025
Berdana girtiyê 30 sal in girtî ye, du car in taloq dikin

Berdana girtiyê 30 sal in girtî ye, du car in taloq dikin

21 TÎRMEH 2025
Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

21 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (404)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne