• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hemwelatiyên Wanê: Li pişt êrişan dewleta Tirk heye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 9ê ÇILEYA 2026an

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hemwelatiyên Wanê: Li pişt êrişan dewleta Tirk heye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 9ê ÇILEYA 2026an

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Foza Yûsif bang li gel kir: Xetere heye rabin ser pêyan

Mahmût Altintaş / AW

8 ÇILE 2026 - 15:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Endama Desteya Rêveber a PYDê Foza Yûsif tekildarî êrişên li ser taxên Kurdan anî ziman ku hîn agahî hene ku êriş bi alîkariya Tirkiyeyê destpêkiriye û got: “Em di bin xetereya qirkirinê de ne. Ji bo pêşî bê girtin em bang li gelê xwe û kesên demokrat dikin ku rabin ser pêyan.”

Hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ji şevê din vê bê navber bi çeken giran, tang û topan êrişî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Di nav arteşa Sûriyeyê de komên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nureddin Zengî yên giredayî Tirkiyeyê jî hene. Li dijî êrişan hêzên ewlekariya hundirîn û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li berxwe didin. Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê aşkera kir ku di encama êrişan de, heta niha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji ser 60 kesan re jî birîndar bûne.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif tekildarî rewşa dawî ya êrişan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Hikumeta Şamê dîaloge red dike’

Foza Yûsif anî ziman ku wan di destpêka êrişan de wan hewl dayê bi hikumeta Şamê re dîalogê pêşbixîn û wiha got: “Lê her tim bi awayekî neyînî bersiv dan. Heta niha jî bi helwesta xwe ya êrişan de bi israr in. Nezikatiya wan neguheriyê. Rêyedarên Amerîka jî hewldan agirbesteke pêkbînin û bi rêya muzakereyê êrişan rawestînin û tîfaqa 1ê Nîsanê nîqaş bikin lê mixabin hikumeta demkî ya Şamê bersiveke erênî nedayê û di şer de bi israr e. Di helwesta wan de jî tu guherîn çênebûye.”

‘Tê gotin ku bi alîkariya Tirkiyeyê êriş dest pê kiriye’

Foza Yûsif destnîşan kir ku komên çekdar ên êrişî taxan dikin giredayî Tirkiyeyê ne û wiha got: “Agahî hene ku çeteyên êrişî taxan dikin û welatiyên sivîl qetil dikin giredayî Tirkiyeyê ne. Tê gotin ku bi alîkariya Tirkiyeyê êriş hatinê pêşxistin. Ew agahî çiqas rastin nizanin. Lê daxuyaniyên dawî ya dewleta Tirk cesaret dan van çeteyan ku êrişî taxan bikin. Ji bo wê jî aşkerayê ku rewşa îro diqewimê bandora daxuyaniyên rêyedarên Tirkiyeyê. Piştî van gefan destpêkirina êrişan manidar e. Beriya civîna Parîse jî amadekariya êrişan hebû. Lê dibe ku ji bo rojeva dewletên Ereb ku li dijî tîfaqa bi Îsraîlê re ne biguherînin jî êriş kirin. Lê helwesta hikumeta Şamê û gefên Tirkiyeyê beriya civîna Parîse jî amadekariya êrişan hebû.”

‘Em di bin xetere de ne divê gelê me li her derê rabe ser pêyan’

Di dawiya axaftina xwe de Foza Yûsiv diyar kir ku ew di bin xetereya qirkirinê de ne û ew bang ji gel û raya giştî ya cîhanê kir: “Îro gelê me di bin xetereya qirkirinê de ne. Îro yên êrişî gelê me dikin endamên DAIŞê ne. Ew yek ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê xetereyeke mezin e. Di serî de partiyên siyasî, saziyên civakî û gelê Kurdistanê pêvîstê di vê pêvajoya dîrokî de piştgiriya berxwedana bi rûmet a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin. Di heman demê de di warê dîplomasî û çalakiyan de ji bo li ser raya giştî ya cîhanê zextê ava bike erkeke mezin dikeve ser milê gelê me yê dervayî welat. Ji bo wê jî erkeke mezin dikeve li ser tevahî gelê me. Ji bo em hebûn û nasnameya xwe biparêzin, destkêftiyên şoreşê mayindê bikin divê ew berxwedan bigehejê serkêftinê. Ji bo wê jî çawa serdema Kobanê de gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê derdora Kobanê bûn xelek îro jî ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heman helwestê nişan bidin. Hewceyê di vê pêvajoya dîrokî de ku em çarenûsa xwe diyar dikin hemû kes helwesta xwe nişan bide. Banga me ji Tirkiye û tevahî cîhanê ji bo demokratan jî ev e; Em destkêftiyên xwe diparêzin. Me êrişî tu kesan nekiriyê. Lê em di bin xetereya qirkirinê de ne. Ji bo qirkirinek neqewime. Pêvîstê hezên demokrat li hemberî vê yekê bisekinê. Taybet ji bo gelê Bakurê Kurdistanê jî em bang dikin; Bakurê Kurdistanê hertim piştgiriya Rojava kir. Niha pêvajoyeke pir giran rê ve diçe. Ji bo ew berxwedan bi serbikeve helwesta Bakurê Kurdistanê pir girîng e. Em bawerin çawa rojên derbasbûyî de Rojava tenê nehat hiştin dîsa dê tenê neyê hiştin. Gelê Kurd dê careke din rola xwe ya dîrokî rabe.”

Etîket: Foza Yûsifrabin ser pêyanxetere
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ebdî: Ger xeteriya li ser gelê me zêde bibe em ê bêdeng nemînin

Ebdî: Ger xeteriya li ser gelê me zêde bibe em ê bêdeng nemînin

8 ÇILE 2026
Ji Foza Yûsif banga lezgîn: Divê Kurd û DYA bikevin tevgerê

Ji Foza Yûsif banga lezgîn: Divê Kurd û DYA bikevin tevgerê

8 ÇILE 2026
Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

14 COTMEH 2025
4emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dest pê kir

4emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dest pê kir

25 ÎLON 2025
Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

24 TEBAX 2025
Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

28 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (265)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne