Endama Desteya Rêveber a PYDê Foza Yûsif anî ziman ku nexweşxaneyên kesên birîndar hene rastî bombebaranê tên û li pêş çavê dinyayê ew kiryar pêktên û got: “Bêdengiya we me dikuje.”
Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsiv li ser hesabe xwe yê Xê derbarê êrişên hikûmeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê parvekirineke nû kir. Parvekirina Foza Yûsivê wiha ye: “Li Şêxmeqsûdê berxwedaneke dîrokî heye. Nexweşxaneyên ku kesên birîndar lê hene rastî bombebaranê tên. Fraksiyonên giredayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê sûcên şer dikin. Di nav wan de endamên DAIŞê hene. Li pêş çavê dinyayê sûcên şer tên kirin. Bêdengiya we me dikujê.”













