Wezîrên Karên Derve yên G7 daxwaz kirin ku êrişên li ser sivîl û binesaziyê yên li Rojhilata Navîn tavilê werin rawestandin û diyar kirin ku pêdivî ye ku ewlehiya daîmî ya deryayî li Tengava Hurmuzê were misogerkirin.
Piştî civîna xwe ya li nêzî Parîsê, wezîrên derve yên G7 îro daxuyaniyek hevbeş parve kir û daxwaz kir ku li Rojhilata Navîn “êrişên li ser sivîl û binesaziyên sivîl tavilê werin rawestandin”.
Wezîran diyar kir ku pêdivî ye ewlehiya deryayî ya Tengava Hurmuzê bi awayekî daîmî were vegerandin û misogerkirin.













