Îro Newroz li 14 navçe û bajaran bi girseyî hat pîrozkirin. Newroz li Riha, Qers, Mêrdîn, Kerboran, Dêrsim, Tatos, Milazgir, Erdexan û Bazîdê jî bi coş û girseyeke herî mezin hat pîrozkirin.
Gelê Kurd îsal Newroz bi kelecan û coşa ku silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin daket qadên Newrozê û Newroz pîroz kir. Îro li 14 navendan bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Riha
Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li qada vala ya li kêleka Stadyûma 11ê Nîsanê ya li navçeya navendî Halîliyeyê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterên Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyan ên DEM Partiyî, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Alî Çîçek ê ku yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê bû, Ayşe Çîçek û bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên partiyê yên bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û li ser dikê pankarta “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hate daliqandin. Welatiyên ku bi cil û bergên Kurdî têketin qadê, demeke dirêj li ber stranên Kurdî govend gerandin. Di çarçoveya kampanyaya HDKê ya “Ji bo aştiyê milyonek îmze”yê de bi hezaran îmze li qadê hatin komkirin. Beriya pîrozbahî dest pê bike, bi hezaran ciwan sirûd gotin û li benda pîrozbahiyê sekinînin. Ciwanan gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Tevî hewaya sar û baranê jî coşa ciwanan her ku diçû zêde dibû. Jineke ku salên dirêj e di her Newrozê de alaya ku wêneyê Abdullah Ocalan li ser e li ba dike, di vê Newrozê de jî bi coşeke mezin li ba kir. Di Newrozê de piştî axaftinan konser hat dayîn û girseyê demeke dirêj li ber konserê govend gerand. Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê li gel dirûşma “Bijî Serok Apo” hate hilkrin. Pişt re jî hunermend Hamît Karadenîz û Hediye Kalkan derketin ser dikê. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.
Qers
Yek ji bajarên ku coşa Newrozê lê geş bû jî bajarê Serhedê Qers bû. Tevî hewaya sar jî bi hezaran kesî qada Newrozê ya Stasyonê dagirt. Welatiyan di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Gelên bajêr bi rengên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn û pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re jî welatiyan li ber stranan govend gerand. Piştî axaftinên endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên DEM Partiyê yên bajêr, Hevberdevka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, anî ziman ku Newroz berxwedan û azadî ye û wiha got: “Em li Qersê Cejna Newrozê ya aktorê herî girîng ê têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Birêz Abdullah Ocalan tevî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ku 26 sal in didome jî bi şev û roj ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dixebite. Tevahiya têkoşîna xwe ji bo aştiyê da. Di 27’ê Sibatê de jî bangek kir. Birêz Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk li me tevan kir. Em jî li vir radigihînin ku tev li vê bangê dibin û piştgiriyê didinê. Tişta ku niha dikeve ser milê me ew e ku em vê banga dîrokî fêm bikin û bigihînin her kesî. Em dibînin ku piştî vê bangê gelek derdor ketine nava aloziyê û sekneke li dijî aştiyê raber dikin. Em dibînin ku hinek hêz dixwazin vê pêvajoya aştiyê sabote bikin û provokasyonan bikin. Divê em li dijî provokasyonan hişyar bin û xwedî li banga sedsalê derkevin. Em ê gav bi gav aştiyê birêsin.”
Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê û stran gotin. Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re koma Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê. Welatiyan li ber stranên komê govend gerand. Newroz, bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.
Mêrdîn
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” cejna Newrozê hate pîrozkirin. Welatî, di saetên zû yên serê sibehê de hatin cihê pîrozbahiyê. Welatiyên ku cilûbergên Kurdî li xwe kirin, qad xemilandin. Welatiyên Ereb û Suryan jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pankarta “Newroza Azadiyê pîroz be” bi platformê ve hatibû daliqandin. Her wiha bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryankî pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin. Li hemberî platformê jî pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” hate daliqandin. Welatiyên têketin qadê, li ber stranan govend gerandin. Dayikên Aştiyê jî bi desmaleke spî ya mezin têketin qadê. Jin jî dema bi pankartên xwe têketin qadê, saziya Xeta Jinê bi pankarta “Jinên ku bedena xwe veguherandin xeleka ji agir rêya berxwedanê ronî dikin” têket qadê. Dema jin têketin qadê, çepikeke xurt hatin lêxistin. Jinên ku bi cil û bergên rengîn hatin qadê, li gel dirûşma “Bijî Serok Apo” govend gerandin. Jinên ku bi zarok û neviyên xwe hatin qadê jî bal kişand. Hat dîtin ku welatiyekî xizmekî xwe yê astengdar li pişta xwe kiriye û aniye qadê. Li qadê li ber stranan govend hate gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Karkerên înşaetê ji înşaetê derketin û hatin qadên Newrozê. Kedkarên cemaweriyê jî bi pankartên xwe têketin qada Newrozê. Newroz bi coş bi dawî bû.
Dêrsim
Li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê Newroz hate pîrozkirin. Girseya ku li Kolana Hunerê hate gel hev, heta qada Newrozê meşiya. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Polîsan hewl dan welatiyên cilûbergên Kurdî li xwe kirin asteng bikin û rastî bertekan hatin. Ciwanên ku cilûbergên Kurdî li xwe kiribûn, piştî berteka gel têketin qadê. Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Humeyra Yegîn di Newrozê de axivî, polîtîkayên îktîdarê şermezar kir û Newroza gel pîroz kir. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî got: “Em îradeya gel in, hatine hilbijartin û li vir in.” Hevşaredar Cevdet Konak jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û banga têkoşîna hevpar kir.
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan di pîrozbahiyê de bertek nîşanî binçavkrina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû da û got ku amadekariyên tayînkirina qeyûm tên kirin. Aslan, got: “Em ê li dijî vê îktîdara zalim têbikoşin û bi ser kevin. Tevahiya darazê veguheriye daraza AKP’ê.” Piştî vêxistina agirê Newrozê, hunermend Quartet, Kadîr Çat û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Girseyê tevî barînê jî heta demeke dirêj govend gerand.
Tatos
Li navçeya Tatosê ya Erziromê ku yek ji navçeyên ku pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin e. Li hemberî baranê jî gel herikî qada Newrozê. Di pîrozbahiya ku ji navçeyên derdorê jî gel beşdar bû de, gel govend gerand û dirûşmeyên “Jîn, jîyan, azadî” berz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan axivî û wiha got: “Kengî dengê Birêz Ocalan bigihêje raya giştî wê aştî, aştî û yekîtî pêk were. Ji ber vê yekê banga Rêberê Gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Ev bang banga aştî û civaka demokratîk e. Ji bo hemû gel û baweriyan banga jiyana azad û bi rûmet e. Gelê Kurd li her cihê ku lê ye û li hemû qadên Newrozê vê bangê hembêz dike. Ji hemû qadên Newrozê peyam ê dide: ‘Em li pişt banga Aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd cih digirin’. Pêwîstiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi aştiyê heye. Divê em hemû vê bangê hembêz bikin. Gelê me yê ku qadên Newrozê tije dike, ji hemû cîhanê re dibêje, ‘Rêberê Gelê Kurd, siyasetmedarên me, partiya me û em ji aştiyê re amade ne’. Divê îro Tirk jî bi qasî kurdan ji bo aştiyê hewl bidin.”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş li Tatosê axivî û wiha got: “Em di serdemeke pir girîng re derbas dibin. Li aliyekî li Stenbolê darbeyek hat kirin, ji aliyekî ve daxwaza aştiyê zêde dibe. Em têkoşîneke mezin didin û hevalên jin pêşengên vê têkoşînê ne. Ji ber ku, mixabin li van axan, li cîhanê û li gelek deverên Tirkiyeyê jin rastî gelek zextan tên. Hê jî jin tên kuştin, jin hê jî li malên xwe rastî şîdetê tên, jin hê jî bi mêran re wek hemwelatiyên wekhev nayên dîtin. Îro jinên Kurd sloganên ‘ Jin , jiyan , azadî ‘ li hemû cîhanê deng vedidin.”
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku hê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bingeha siyasî û hiqûqî nehatiye avakirin û wiha axivî: “Em dibînin ku pêwîstiya herî lezgîn a vî welatî bingeha siyasî û hiqûqî ye.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.
Kerboran
Li navçeya Kerboranê a Mêrdînê Newroz bi dirûşmeyên; “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Azadiya Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi alên kesk, sor û ze ên DEM Partî û DBP’ê hat xemilandin. Gelek kes bi taybet jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di bernameya Newrozê de hejmara jin û ciwanan zêde bûn û dirûşmên wekî; “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Bername piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan ku piştre derket ser dikê, careke din diyar kir ku ew bi piştgiriyê didin daxwazên aştiyê.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku gelê Kurd her tim daxwaza aştiyê dike û wiha got: Bi baweriyek mezin piştgirî bidin vê bangê. Gelê Kurd bi salan e ji bo civakeke demokratîk, ji bo jiyanê, ji bo hemû gel, ol û baweriyan azadiyê dixwaze. Li ser navê Partiya me ez we hemûyan bi minetdarî, rêzdarî û hezkirineke mezin ji bo pêşwazîkirina we ya germ bi germahiya dilê we silav dikim. Ez careke din cejna we ya Newrozê pîroz dikim “
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.
Milazgîr
Li navçeya Milazgir a Mûşê li Bazara Qesabê Kevin pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi flamayan hate xemilandin, welatiyên beşdarî Newrozê bûn bi cilûbergên xwe yên netewî yên rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn û dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Bernameya Newrozê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Wekîla DEM Partiyê Sûmeyye Boz di bernameyê de axivî û wiha got: ”Newroz li wan kesan pîroz be ku li banga Birêz Ocalan guhdarî dikin. Dilê Kurdan li her dera cîhanê niha li Kurdistanê bi me re ye. Îro agirê Newrozê bi banga Birêz Ocalan tê pêxistin. Ji ber ku ev bang banga aştî û demokrasiyê ye.”
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku axivî û wiha got: “Gelê Kurd ku gelê herî rêxistinkirî yê cîhanê û Rojhilata Navîn e, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Em piştgiriyê didin vê bangê û li her derê belav dikin.”
Piştî axaftinan dayikên aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahî piştî gerandina govendê bi dawî bû.
Erdexan
Li Erdexan jî pîrozbahiya Newrozê li Kolana Kongre hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku hejmareke zêde kes beşdar bûn de gelek caran dirûşmên; “Bîjî Newroz” hat berzkirin. Bernameya pîrozbahiyê ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinên Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Rojhat Cûdî Yilmaz, Hevserokên Partiyê yên DEM’ê Kadîfe Karateke û Engîn Çelîk dewam kir.
Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û wiha got: “Di 27 ‘ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan banga civaka demokratîk kir. Ev bang; derketina vîna azad, bidawîbûna şer û israra jiyana bi hev re ya gelan e. Modela jiyana bi hev re ya gelên li vî bajarî dijîn, bi temamî modela ku Birêz Ocalan daniye pêşiya xwe ye. Modela Rojava diyar dibe û ev model ji bo hemû cîhanê bûye mînak.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Bername bi konsera komên muzîkê yên herêmî bi dawî bû.
Bazîd
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesan û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê, bi beşdariya sedan kesan bi meşale û pankarta “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” heta qada pîrozbahiyê meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz Ppîroz be” hatin berzkirin. Her wiha bi hezaran kesan ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di pîrozbahiyê de flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatin hilgirtin. Welatiyan demekî dirêj li ber stranan govend gerandin.
Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Wekîlê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û got ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Sakik, got: “Em di wê baweriyê de ne ku dê di demeke nêz de azad bibin. Divê îktîdara AKP’ê tavilê paqijiyeke biharê bike. Divê bi hezaran girtiyên nexweş yekser bên berdan, polîtîkaya qeyûman bê bidawîkirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Banga me ji bo îktîdara AKP’ê û hemû derdoran e, werin em bi hev re aştî û demokrasiyê cîbicî bikin. Em hem ji bo muzakereyan hem jî ji bo têkoşînê amade ne.”