Xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine destpêkirin di saetên şevê de jî didomin. Li bajarê Neyrîzê qereqola rejîma Îranê hat şewitandin.
Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê her diçe berfireh dibe û di saetên şeve de jî dewam kir. Di nava rojê de gelek cihan dikan nehatin vekirin.
Xwepêşandaran li bajarê Neyrîz ê eyaleta Farsê daketin kolanan û qereqolên rejîma Îranê şewitandin.
Li navçeya navendî Nazî Abad a Tehranê gele kes kom bûn û li dijî rejîma Îranê dirûşm berz kirin.
Li aliyê din li bajarê Şîraz, Yasûc û Abadî şer û aloziyên xurt pêk hatin.
Li Meşhed û Şêraz, navçeya Saman ya Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî çalakiyên girseyî pêk hatin.
Niha jî welatiyên bajarê Kirmanşan û Îlan daketine ser rê û agir dadane.
Di saetên êvarî de hêzên rejîma Îranê li Merîwanê welatiyê bi navê Umêd Rawend binçav kir. Hat ragihandin ku Umêd Rawend li Qada Serbaz hat revandin û birine ciheke nediyar. Heta niha ti agahî li ser aqûbeta wî nîne.
Gelê Îlamê ji bo Reza Ezimzadeh ê ku di serhildana gel de jiyana xwe ji dest dabû merasîm li dar xist. Bi hezaran kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûn bênavber dirûşmeya “Bimre rejîma Îranê” berz kirin.













