• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

    Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

    Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

    Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

    Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

    Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Amedê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwest

Onder Akbulut / AW

21 ADAR 2025 - 18:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Di Newroza Amedê ya ku îsal ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş û kelecaneke mezin hat pîrozkirin de, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan a fîzîkî mohra xwe li pîrozbahiyê da.

Newroza Amedê, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeyên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo azadiyê’ hat lidarxistin. Bi sed hezaran welatiyên Amedî û bajaran derdorê Amedê bi coş û kelecana “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran welatiyên herikîn qadê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dilsoziya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Di Newrozê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derheqê Newrozê de hatin guhdar kirin.

Çend hurgulî ji Newroza dîrokî ya Amedê

*Bi sed hezaran welatiyên ku herikîn qada Newrozê bi cil û bergên kurdî, bi bandaj û egalên kesk, sor û zer xwe xemilandibûn. Zarok û ciwanan rûyê xwe bi boyaxa kesk, sor û zer xemilandin.

*Dema peyama girtiyên azadiyê hat xwendin bi hezaran bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kir.

*Dema peyama HevserokêPartiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK)ê Bafil Talabanî hat xwendin gel dirûşmeya “Bijî yekitiya gelê Kurd” berz kir.

*Di Newroza Amedê de ji dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandineke li ser Newrozê hat guhdarkirin. Piştî guhdarkirina nirxandina Abdullah Ocalan bi sed hezaran kesî demeke dirêj dirûşmeyên “ Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

*Di peyamên axêveran de girîngiya banga Rêberê gelê kurd derket pêş û hat gotin ku êdî gel dixwaze Serok Apo li Amedê li qada Newrozê bibîne. Gav neavêtina dewletê hat rexnekirin.

*Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê mezin rakirin û demeke dirêj li qadê gerandin. Dema ciwanan poster li qadê gerandin, welatiyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

*Di Newrozê de peyama Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesût Barzanî hat xwendin. Mesût Barzanî di peyamê de piştgî da pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd. Barzanî xwest Newroza îsal ji bo hemû gelê Kurd bibe wesîleya aştî û azadiyê.

*Yek kesê ku peyam ji Newrozê re şand jî Serokê CHPê Ozgur Ozel bû.

*Akademîsyenên Aştiyê yên ku duh li Enqerê bi trenê hatibûn Amedê jî derketin ser dikê û gel silav kir.

*Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyamek şand Newroza Amedê. Neçîrvan Barzanî piştevanî da pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Barzanî anî ziman ku tişta bikeve ser milê wan amade ne ku bikin.

*Postereke mezin a Kemal Kurkut ê ku di newroza Amedê ya sala 2017an de ji aliyê polîs ve hatibû kuştin li qada newrozê hate daliqandin.

*Waliyê Bajarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir xwest Newroz bibe Newroza serkeftinê, azadiya Abdullah Ocalan.

* Newroza Amedê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

4 ÎLON 2025
Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

4 ÎLON 2025
Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

Saziyên maf û tendûristiyê: Bila Girtîgehên Tîpa S û Y ben girtin!

4 ÎLON 2025
Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

4 ÎLON 2025
Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

4 ÎLON 2025
Di êrişên Artêşa Îsraîlê de 20 Filistînî mirin

Di êrişên Artêşa Îsraîlê de 20 Filistînî mirin

4 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Gorên endamên HPGê şikandin û gef li malbatê xwarin.

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (71)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne