Li Êlihê bi hezaran kes bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê di çarçoveya banga seferberiya Rojava de çalakî li dar xistin û bi ruhê yekîtiyê xwedî li Rojava derketin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê di çarçoveya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava de li Kolana Gulistanê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevserokên DEM Partiyê û yên DBPê, TJA, ARÎ-DER, MEBYA-DER, TUAY-DER û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Girseya ku li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Kolana Gulistanê kom bû, xwest bi meşe. Girseyê pankarta “Rojava ne bi tenê ye, ciwan li Rojava xwedî derdikevin” hat vekirin û dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, Rojava Rojhilat e Kurdistanê yek welat e” hatin berzkirin.

‘Dê gelê Kurd li ser pêyan be’
Parlamenter Ruştu Tîryakî beriya ku meş dest pê bike çalakî bê lidarxistin axivî û got: “Dilê me ji bo şehîdên Kurdistanê diêşe û em xemgîn in. Lê bila her kes bizanibe heta li Rojavayê Kurdistanê aştiyek mayînde ava nebe, dê gelê Kurd li ser pêyan be. Em ê li Êlihê li kolanan dest ji çalakî û berxwedanê bernedin.”
‘Em ê îro jî Rojava biparêzin’
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî got: “Çawa ku Bakurê Kurdistanê di şerê Kobanê de her der parast e, em îro dîsa jî Rojava biparêzin.”
Piştî axaftinan girseyê dest bi meşê kir lê polîsan meş asteng kir. Girseyê bi berzkirina dirûşman nerazîbûn nîşanî astengiyê da. Di vê navberê de di navbera girseyê û polîsan de rageşî qewimî. Çalakî li gelek kolanan belav bû.
Di êrişa polîsan de rêveberê DBPa Êlihê Fîkret Soysal hate binçavkirin.














