• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

    Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

    Polîsan 10 CHPî binçav kirin

    Polîsan 10 CHPî binçav kirin

    Bi girseyî serdana şîna Sabriye Dumanê kirin

    Bi girseyî serdana şîna Sabriye Dumanê kirin

    Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

    Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Geverê bi coş Newroz pîroz kir

Navenda Nûçeyan /AW

20 ADAR 2025 - 15:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Bi deh hezaran welatiyên Geverê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Gelê Geverê bi bawerî û heviya azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herikin qada Newrozê û daxwazên xwe anîn ziman.

Bi deh hezaran welatiyên Geverê, li navçeya Gever a Colemêrg bi dirûşmeyên; “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê” Newroz pîroz kir. Gel li qada Stadyûma Cîloya Kevin a navçeyê kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. Aktîvîstên Tevgera Jin Azad (TJA) û bi deh hezaran welatî herikîn qadê û Newroz bi coşeke mezin pîroz kir. Bi hezaran kesên ji navenda Geverê, navçeyên derdor û taxên gundewar hatin, di saetên serê sibê de berê xwe dan Qada Newrozê ya Stadyûma Kevin a Cîloyê. Gel bi coşeke mezin daqet qadê û dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo” “Jin Jiyan Azadî” û “Biji Newroz” berz kirin. Jin û ciwan bi kincên gelerî beşdarî Newrozê bûn û alên kesk, sor û zer li qadê hatine daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ewil Hevserokê DEM Partiya Geverê Ercan Sevmez axivî û diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê li heman qadê piştî salan gel kelecanî kir. Li ser navê Dayikên Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û wiha got,:”Ez Newroza hemû dayikên êş kişandine pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesîle aştiyê. Ez Newroza hemû kurdan pîroz dikim. Em peyama ku Rêbertî şandiye xwedî derdikevin û em hemû li pişt wê peyamê ne.”

‘Em ji Rêberê Gelê Kurd bawer in’

Wekîla DEM Partiyê Oznur Bartin bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got: ”Birêz Ocalan bangek kir û xwest ku her kes guh bide vê bangê. Divê her kes vê berpirsyariya dîrokî ya ku birêz Ocalan xwedî derkeve. Em jî ji qada Newrozê ya Geverê vê bangê dikin. Divê vê bangê bibersivînin. Ji bo ku ev bang were bicihanîn her kes pir kelecanî ye. Em ji rêberê gelê Kurd bawer in. Divê piştgirî û tevkarî ji vê bangê re bê kirin. Newroz azadî, berxwedan û serhildan e.”

‘Gelê Kurd serî natewenî’

Wekîlê DEM Partiyê Onur Duşunmez da zanîn ku eyama ku Rêberê Gelê Kurd şandiye wan ronî dike û wiha got: “Di civînên gel ên ku me pêk anîn de me peyama Birêz Ocalan ragihînin û gel jî got ku ew aştiyê dixwazin. Sala 2025’an wê bibe Newroza azadiyê. Yên ku dibêjin ‘me Kurd tine kirin’ bila baş li vê qadê binêrin. Gelê Kurd gavek jî bi paş ve neavêtiye, wê gavekê jî neavêje. Gelê Kurd li hemberî tu kesî serî natewîne. Divê her kes vê baş bizanibe.”

Piştî axaftinan, ji aliyê dayikan agirê Newrozê hate pêxistin û sloganên “Bîjî Serok Apo” hatin berzkirin. Pîrozbahî bi stranên Arhat û Rûgeş Bazî û gerandina govendê bi dawî bû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

8 ÎLON 2025
Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

8 ÎLON 2025
Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

8 ÎLON 2025
KNKê bang li KEyê kir: Ji bo mafê hêviyê biryarê bide

KNKê bang li KEyê kir: Ji bo mafê hêviyê biryarê bide

8 ÎLON 2025
Polîsan 10 CHPî binçav kirin

Polîsan 10 CHPî binçav kirin

8 ÎLON 2025
KÎDê du panel li dar xistin

KÎDê du panel li dar xistin

8 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (143)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne