Colemêrg – Ciwanên Geverê piştî Newrozê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiya.
Bi hezaran ciwanên Geverê ku li Stada Kevn a Cîlo bi girseyî ji Newrozê derketin, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “PKK gel e gel li vir e” meşiyan. Ciwan ji Qada Cîlo ya Kevin heta Kolana Cengîz Topel a li navenda sûkê meşiyan û piştî meşê ciwan belavbûn.