Bi dehan şêniyên Kobanê, bi armanca parastina bajarê xwe, rahiştin çekan û gotin :”Kobanê di 2014an de bû goristana çeteyên DAIŞê, dê vê carê jî bibe goristana çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker.
Bi dehan keç, xort û şêniyên Kobanê daketin qadan û li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî li kêleka HSDê û YPJê sekinînin.
Li ser navê girseyê, endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê axivî. Arîn Kobanê got ew ê parastina gelê xwe bikin û destnîşan kir ku hêzên dagirker û çete Kurdan weke şirîkê vê dewletê qebûl nakin. Ew îro li diji çeteyên DAIŞê yên nû şer dikin.
Arîn Kobanê diyar kir ku Kobanê ne cihê seyranê ye, çawa di berxwedana 2014an de bû goristana DAIŞê, wê careke din bibe goristana çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker.
Arîn Kobanê got bi hêzên xwe yên leşkerî yên ku parastina Kobanê û tevahî Rojava dikin bawer bin.







