Gelê Kobanê êrişa li dijî karwana wesayîtên welatiyên kantona Firatê şermezar kir. Hevserokê Kantona Firatê Ferhat Hecî Îsa anî ziman ku ew ê heta dawî gelê xwe biparêzin.
Gelê Kobanê, bi tevlêbûna endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser li dijî êrişa dewleta Tirk a li dijî karwana welatiyan pêk hat daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Hevserokê kantona Firatê Ferhan Hec Îsa li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê daxuyanî da. Ferhan Hec Îsa anî ziman ku sivîlên Kobanê dîsa careke din rastî êrişên dewleta Tirk hatin û wiha got: “Em wek gelê berxwedêr di çavên dijmin de kelem in. Gelê Kobanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi her awayî di nava berxwedanê de ye. Gelê me yê ku berê xwe dida Bendava Tişrînê ji bo li hember êrişên dagirkeran biparêze, dewleta tirk êrîşî wan kir.”
Hec Îsa da zanîn ku ew ê bi hemû bexwedana xwe gelê xwe biparêzin û wiha berdewam kir: “Gelê Kobanê ji bo ku Bendava Tişrînê biparêzin rastî êrişên dagirkeriyê hatin. Di encama êrişa dagirkeriyê de 3 welatî şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn. Em Rêveberiya Xweser bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku di leztirîn demê de sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.”
Ferhan Hec Îsa herî dawî wiha got: “Em ê her li kêlek hêzên xwe bin. Hêza xwe biparêzin û gelê xwe li hember van êrişên dagirkeran biparêzin. Em ê heta têkbirina tevahî êrişan û misogerkirina aramiyê li ser piya bin.”