Gelê Kobanê li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li Qada Jina Azad a Kobanê daketin qadan û bi gerandina govend û stranan morala xwe ya li dijî êrişan nişan dan.
Êrişên çeteyên giredayî HTŞ,, SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava didomin. Çeteyan bajarê Kobanê dorpêç kirine û ceyran û înterneta bajêr jî kêm kirine. Welatiyên Kobanê li dijî êriş û dorpêçê daketin qadan. Welatiyên Kobanê ku li Qada Jina Azad a bajêr kom bûn li ber stranan govendê gerandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Ev der Kobanê ye warê egîd û şeran e” berz kirin. Welatiyên Kobanê bi coş û moreleke mezin nobeda xwe ya li dijî êrişan didomînin.













