Amed – Endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur Mûazzez Orhan û Zeynep Sîpcîk têkildarî yekîtiya neteweyî destnîşan kirin ku gelê Kurd tenê bi yekîtiyê dikare xwe biparêze û yekîtî jî pêkan e ku di pêşengtiya jinên Kurd de pêk bê.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi daxuyaniyekê ragihand ku dê di 2yê Adarê de li Amedê Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk bîne. Platformê bang li hemû jinên Kurd kir ku tev li komxebata bi rêgeza, “Yekîtiya Jinên Kurd Bingeha Yekîtiya Neteweya Demokratîk e” tê li darxistin, bibin. Endama Platformê Mûazzez Orhan û Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpcîk têkildarî yekîtiya neteweyî ya Kurd ji ajansa me re axivîn.
Êrişên li ser Rojava pêwistiya yekîtiyê nîşan da
Mûazzez Orhanê diyar kir ku êrişên li ser Rojava êrişên li ser hemû destkeftiyên Kurdan e û wiha got: “Ev êrişên ku li dijî destkeftiyên gelê Kurd, jinên Kurd encax dikarin bi yekîtiyê bên sekinandin. Em jin jî dibêjin em jiyan in, em bingeha jiyanê ne, me jiyan afirandiye, em dikarin yekîtiya gelê xwe jî ava bikin. Pêşengtiya me û rol û mîsyona me ev e. Ji ber vê yekê em jinên Kurd îro bangekê dikin. Bi rastî demeke dirêj e xebatên yekîtiyê hem ji aliyê jinên Kurd hem jî bi giştî têne kirin, lê êrîşên li ser Rojava û destkeftiyên Kurdan ev yek derxist holê ku demildest, bêyî windakirina wextê, divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Li hemberî wan destkeftiyan bi yek ruh, bi yek beden, bi yek zîhniyet û bi yek dengî bisekinin, encax em dikarin bi yekîtiya xwe xwe biparêzin.”
‘Gelê Kurd yek e, hûn jî rabin bibin yek’
Mûazzez Orhan destnîşan kir ku gelê Kurd bi yekîtiyê dikare parastina xwe bike û wiha domand: “Bi sedsalan e gelê Kurd hatiye perçekirin, qetlîam û înkar li ser hatiye meşandin; li her aliyê Kurdistanê û dîasporayê jî. Ji ber vê yekê, ruhê neteweyî yê ku niha li ser Rojava derketiye holê, bangekê li rêberên Kurdan dike; gelê Kurd yek e, hûn jî rabin bibin yek. Em jinên Kurd jî vê bangawaziyê dikin. Êdî dem nîne, demildest pêwîst e em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û bersiva vê banga gelê xwe bidin.”

‘Em ê di civînê de banga yekîtiyê li hemû pêşengên gelê Kurd bikin’
Mûazzez Orhan di dawiya axaftina xwe de ev bang li hemû jinên Kurd kir: “Bangawaziya me ji bo hemû jinên Kurd e; li ku derê dijî, kî derê be, çi kar dike û çi siyasetê dike bila bike, ferq nake. Em dibêjin netewebûn tişteke cuda ye, yekîtî tişteke cuda ye. Dibe ku kar û xebatên mirov cuda bin, dibe ku siyaseta mirov cuda be, lê ji bo netewebûnê, ji bo xweparastinê û ji bo hebûnê yekîtî pêwîst e. Bangawaziya me ji bo jinên Kurd e. Me got jin pêşeng e, pêşenga jiyanê ye, jiyan afirandiye û jiyaneke azad û wekhev dixwaze. Di vê demê de pêwîst e jinên Kurd jî di vê peywirê de, hem ji bo jiyana xwe, hem ji bo pêşeroja xwe, hem jî ji bo azadiya gelê xwe pêşengtiyê bikin. Banga me li rewşenbîran, nivîskaran, siyasetmedaran û dayikan re ye; çi di nav siyasetê de be, çi li cihekî din an jî di zîhniyeteke din de be, heta li mala xwe rûniştî be jî. Heger em bi wî şiklî nebin yek, em nikarin destkeftiyên gelê xwe jî biparêzin. Divê em jinên Kurd yekîtiya xwe ava bikin û em di vê civînê de ji hemû pêşeng, lîder û siyasetmedarên gelê Kurd re dîsa bangawaziya neteweyî bikin.”
‘Ya ku şer da sekinandin yekîtiya gelê Kurd bû’
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpcîkê jî êrişên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê yên li dijî Rojava bi bîr xist û wiha got: “Ya ku ev şer û pevçûn da sekinandin çi bû? Yekîtiya gelê Kurd bû. Yekîtiya neteweyî bû. Hemû Kurdên li çar aliyê Kurdistanê, li dîasporayê û li hemû cîhanê dijîn û dostên wan bertek nîşandan. Ew hestên neteweyî şer li wê derê da sekinandin. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî gelek muhîm e. Yekîtiya neteweyî ya Kurd pêkan e ku di pêşengtiya jinên Kurd de pêk were. Li ser vê esasê daxuyaniya platformê em gelekî biwate û biqiymet dibînin. Platformê diyar kir ku pişt re dê civîn û konferansên xwe li dar bixin. Em vê yekê gelek biwate dibînin. Em jî weke saziyên jinan ji bo hûnandina vê pêvajoyê çi berpirsyarî bikeve ser milê me, em jî di dê di wî warî de bi cih bînin.”

‘Divê her sazî rol û mîsyona xwe bi cih bîne’
Zeynep Sîpcîk bi bîr xist ku ji bo yekîtiya gelê Kurd bi salan e bang tên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Van bangawaziyan heta astekê bersiva xwe dîtine lê ne di asta tê xwestin de ne. Bangawaziya me ew e ku divê bi taybetî yekîtiya jinên Kurd li yekîtiya gelê Kurd xwedî bê derketin û demildest ji bo ev pêvajo bi awayekî bitendurist were meşandin jî her sazî berpirsyar be û rol û mîsyona xwe bi cih bîne.”












