• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Wanê diherike qada Newrozê

Navenda Nûçeyan /AW

19 ADAR 2025 - 11:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Gelê Wanê di saetên serê sibehê de amadekariyên xwe kirin û ji tax û kolanan kom bi kom berê xwe dan Qada Newrozê. Herikîna gel a qada Newrozê didome.

Newroz îro dê li 10 navendan bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi girseyî bê pîrozkirin. Yek ji navendên ku bi sed hezaran gel bi hevre Newrozê pîroz dike bajarê Wanê ye. Her sal li Wanê bi beşdariya sed hezaran kesan Newroz tê pîrozkirin. Qada pîrozbahiyê ya Newroza Wanê îsal jî neguherî. Pîrozbahî, li quntarê Keleha Wanê tê pîrozkirin. Welatiyên Wanê di saetên serê sibehê de berê xwe dan Qada Newrozê. Welatî şeveqê ji xew rabûn û bi cil û bergên kurdî xwe xemilandin û kom bi kom berê xwe dan Qada Newrozê. Ne tenê ji navenda bajar, ji navçe û gundan jî bi hezaran kes diherikin qada Newrozê. Hinek welatî bi meşê û hinek welatî jî bi wesayîtên şaredariyê û yên şexsî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Hejmareke zêde ya jin û ciwanan beşdarî pîrozbahiyê bûne û piraniya wan jî cil û bergên Kurdî li xwe kirine.

Coşa li qadê zêde dibe

Bi hatine gel re têketina qadê ji 4 noqteyan dest pê kir. Welatî, li ber stranên Kurdî govendê digerînin û bi coş Newrozê pîroz dikin. Coşa li qadê û girseya gel her ku diçe zêdetir dibe. Li qadê flamayên bi rengên kesk, sor û zer li ba ne. Li qadê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, endama Şandeya Îmraliyê û Wekîla Wanê Pervîn Buldan, endamê MYKa KKPê Sînan Çîftyurek, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek siyasetmedar dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Di heman demê de hunermend Rojda, Arhat û Fîkret Goyî dê derkevin ser dikê.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

10 ADAR 2026
DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

10 ADAR 2026
Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Baregeha Heşdî Şebî hedef hate girtin

10 ADAR 2026
Balafirgeha Navneteweyî ya li Bexdayê bû hedafa êrişan

Balafirgeha Navneteweyî ya li Bexdayê bû hedafa êrişan

10 ADAR 2026
HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

10 ADAR 2026
Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (399)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne