Zêdetirî 30 balafirên şer ên Îsraîlê êrişên hewayî li dijî Yemenê pêk anîn. Malpera “Axios” ku xwe spartiye çavkaniyeke Îsraîlê diyar kir ku Îsraîlê bi hevkariya Amerîkayê êrişeke berfireh li dijî Yemenê pêk aniye.
Kenala 12 a Îsraîlê ragihand ku bi hevkariya Amerîkayê, Îsraîlê êrişeke hewayî ya berfireh li dijî cihên Hûsiyan li Yemenê pêk aniye. Ev êriş, piştî hedefgirtina balafirxaneya Bin Goryon bi mûşekekê ji aliyê Hûsiyan ve, weke bersivekê, hat kirin.
Li gorî raporan, zêdetirî 30 balafirên şer li dijî kargehên sereke wekî parzûnên petrolê û stasyonên enerjiyê êriş pêk anîn.
Ev êriş, piştî pergalên parastina hewayî yên Îsraîl û Amerîkayê nekarîn moşeka Hûsî bê bandor bikira, ku di encamê de 6 kes birîndar bûn û zirar gihîşt balafirgehê, pêk hatin.
Têkildarî mijarê, Hûsiyan gefa domandina êrişan li dijî balafirgehên Îsraîlê xwar û got ku ew ê qada hewayî ya Îsraîlê bi temamî dorpêç bikin.
Netanyahu jî gotibû ku Îsraîl wê di dem û cihê guncaw de bersiva êrişên Hûsiyan û yên Îranê bide û ev êrişên ku hatine pêkanîn tenê destpêka tedbîrên xweparastinê ne.