Gelek welat ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ji welatiyên xwe xwestin ku demildest Îsraîl û Îranê biterikînin.
Çînê roja 27ê Sibatê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Îranê û ji welatiyên çînî yên ku berê li welat in xwest ku “bi lezginî” wir biterikînin. Rêveberiya Pekînê ragihand ku ew ê di pêvajoya valakirinê de piştgiriyê bide mîsyonên dîplomatîk ên Îran û welatên cîran. Çînê ji welatiyên xwe yên li Îsraîlê xwest ku tedbîrên ewlehiyê zêde bikin.
Wezareta Karên Derve ya DYAyê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê destûr da personel û malbatên wan ên ku di mîsyona dîplomatîk ên li Kudus û Îsraîlê dixebitin, welat biterikînin. Hin şîrketên mezin ên balafirgehan çûna Tel Avîvê rawestandin.
Kanadayê jî ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku ger ewle be demildest Îranê biterikînin.
Gelek welatên ku di nava wan de DYA, Kanada, Brîtanya, Almanya, Brezîlya û Awûstralya hene, hişyariya nû kirin.
Awûstralyayê jî piştgiriya xwe ji bo derxistina dilxwaz a malbatên dîplomatîk ragihand û ji welatên yên yên li Îsraîl, Lubnan, Qeter, Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî û Urdunê pêşniyaza ji herêmê derkevin kirin.
Welatên wekî Fînlandiya, Swêd, Polonya, Serbistan, Hindistan, Sîngapûr û Kibrisa Başûr jî hişyariya dan û bal kişand ser zêdebûna bilez a rageşiyê.













