Fezlekeya derbarê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclîsê hate kirin.
Fezlekeya derbarê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de bi daxwaza rakirina parêzbendiyê hatibû amadekirin, pêşkeşî Serokatiya Meclîsê hate kirin. Di heman demê de fezlekeyên derheqê Serokwekîlê Koma Partiya Îyî Turhan Çomez û Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Turan Taşkin Ozer de jî pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.