• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî û CHP piştî hevdîtinê bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan

Enqere / AW

27 ÇILE 2026 - 15:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî civîna bi Serokê Giştî yê CHPê re axivî. Bakirhan got: “Êdî dema wê hatiye ku ev lîstika 100 sal in tê domandin were xerakirin. Divê ev çerx were şikandin.” Ozgur Ozel jî anî ziman ku aştiya li Tirkiyeyê û Sûriyeyê di nav hev de ye û got: “Ji bo alîkarî bigihijin cihê rast divê Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê were vekirin.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari bi şandeya xwe ve serdana Navenda Giştî ya CHPê kirin û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re civiyan. Piştî hevdîtina DEM Partî û CHPê bi rojeva êrişên ser Rojava, serokên herdû partiyan daxuyaniya hevpar dan çapemeniyê.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna çapemeniyê de piştrast kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê trajediyeke mirovî tê jiyîn. Em dixwazin ku tundiya li wir bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bibe. Lê mixabin li Tirkiyeyê koroyeke nefretê heye. Ji serê sibehê heta êvarê dijminatiya Kurdan dikin. Kurd tu caran ji tu kesekî re nebûn gef û dê nebin jî. Divê ev dijminatiya jiberkirî êdî biguhere.”

Ev çerx divê biguhere

Bakirhan anî ziman ku li herêmê lîstikeke qirêjî heye ku bi xwe re ji bo gelan tenê xwînê tîne û got: “Divê ev lîstika ku 100 sal in didome, ev çerx êdî were guherandin. Di esasê xwe de banga birêz Ocalan a 27ê Sibatê ji bo xerakirina vê çerxê bû. Lê mixabin li Helebê li dijî pêvajoyê sabotaj hate kirin. Li wir Kurdên bêçek, bêguneh hatin kuştin û koçberkirin. Drameke însanî hate jiyîn. Hin alî dixwazin ku gel her tim li dijî hev şer bikin da ku rantê jê bixwin. Lê Kurdan ji bo pêşî li şerekî li dijî Ereban bigirin, Heleb terikand. Divê ev lîstika mezin û xetere were dîtin. Hêvîdarim îktîdar û rayedarên dewletê jî vê bibînin. Ji bo vê jî divê her kes bi berpirsyarî rabe.”

Li Sûrî rejîm dê Selefî be an demokratîk be

Bakirhan, diyar kir ku karektera rejîma Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê girîng e û got: “Gelo ev rejîm dê bibe rejîma selefiyan? Dê bibe dijminê Kurd, Durzî û Elewiyan an dê demokratîk be? Em dibêjin ku divê rejîmeke demokratîk be ku hemû gel û baweriyan hembêz dike. Lê niha li Sûriyeyê krîzeke însanî heye. Bi taybet jî li Kobanê ku niha dorpêçkirî ye. Ceyran nîne, av nîne. Zarok ji serma dimirin. Lewma divê di serî de Kobanê, ji bo herêmên Kurdan korîdorekî însanî ya lezgîn bê vekirin. Tirkiye dikare deriyên sînor Murşîdpinar veke.”

Divê Tirkiye ne HTŞê, Kurdan esas bigre

Bakirhan, da zanîn ku tevî agirbestê jî êriş berdewam in û got: “Divê Tirkiye bi rolekî erênî rabe û pirsgirêk bi muzakereyan were çareserkirin. Divê Tirkiye ne rejîma HTŞê lê Kurdan esas bigire. Wekî we jî dît, li cihên Kurdan xwe jê vekişandî alên DAIŞê hatin libakirin. Dixwazim vê ji raya giştî ya Tirkiyeyê re bibêjim; DAIŞ ne tenê ji bo Kobanê lê ji bo her çar aliyên Tirkiyeyê gef e. Yên vekişîna Kurdan weke serkeftinekê nîşan didin, divê belaya DAIŞê baş bibînin.”

Bakirhan, herî dawî bertek nîşanî dezgehên çapemeniyê da û got ku dijberiya Kurdan dikin û daxwaz kir ku ev ziman were terikandin.

Ozel: Em li Sûrî bi aştî û çareseriyê re ne

Ozgur Ozel jî got ku ew aştiya Tirkiye û Sûriyeyê di nav hev de dibînin û ev tişt anî ziman: “Divê Sûriye tavilê biîstîqrar bibe û misogeriya destûreke bingehîn ku Kurd, Ereb û hemû gel û baweriyan di nav xwe de dihewîne bikeve meriyetê. Em li Sûriyeyê bi aştî û çareseriyê re ne. Ev yek de j bo aştiya Tirkiyeyê baş be. Min beriya niha jî gotibû; hebûna sînoran, xwişk-biratiya heyî ji holê ranake. Weke hêmayên avaker ên Komara Tirkiyeyê em li Tirkiyeyê bi xwişk-birayên xwe yên Kurd re dijîn. Kesên dema her tişt baş behsa xwişk-biratiyê dikin, dema rewşa aloz dibe rûyê xwe yê rast derdixin holê. Em zimanê nefretê yê li dijî Kurdan red dikin.”

Em krîza mirovî ji nêz ve dişopînin

Ozel, bi domdarî pirsa “Di lîstika tê lîstin de ma dê Ingilîz, Amerîkayî û Îsraîlî bi ser kevin?” kir û wiha got: “An divê Kurd, Tirk, Ereb, Durzî û Elewî bi ser kevin? Em aştiya xwe bikin, xwişk-biratiyê pêk bînin û em bi ser kevin. Vêcarê jî em bi ser kevin. Rêya vê jî lixwegirtina înîsiyatîfê ye. Em, krîza însanî ya niha li Sûrî tê jiyîn bi baldarî dişopînin. Em erênî dibînin ku konvoyên alîkariyê yên ji Tirkiyeyê derketin li ser Helebê bigihijin Kobanê. Lêbelê kê ewder anî wî halî? Divê em li wê jî binêrin. Li wir rê dan komên selefî û niha bajaran dorpêç dikin. Ji ber qutkirina ceyranê çar pênc zarok ji sermayê mirin. Li şûna ku ji vir TIRan bişînin, bila derfetê nedin wê aloziyê û guftûgo û çareseriyê pêş bixin.

Divê deriyê sînor were vekirin

Di demeke bajar hatiye dorpêçkirin de gelo mimkûn e ku ev alîkarî biçin cihên rast? An dê têkevin destên hin kesên din? Lewma fikarên me hene. Li gorî me divê alîkarî ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbas bibin. Wê demê dê bigihijin cihê rast.

Em hewldanên Konseya Bajar ji nêz ve dişopînin. Şaredariyên CHPî dixwazin alîkariyê bibin wir. Ji bo koordînasyonê ez ê li serokê Konseya Şaredariya (Sodenbek) û Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer bigerim. Divê ev bên koordînekirin. Li hêla din jî divê heta agirbest tam tê cîbicîkirin, hewldan bidomin.”

Ozgur Ozel, herî dawî got ku rejîmeke mîna HTŞê ku her kesî û demokrasiyê weke dijminê xwe dibîne ne tu rejîmeke û got: “Li wir ji tu kesekî re hizûr tune ye. Herî zêde jî ji Tirkiyeyê re nîne. Idlib jî ji hêla van koman ve dihat birêvebirin û Tirkiyeyê ewlehiya wê diparast lê niha bûye navenda hilberandina tiryaka sentetîk.”

 

Etîket: Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer BakirhanOzgur OzelRojavaTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

26 HEZÎRAN 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

18 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Ji partiyên siyasî peyam: Demokratîkbûn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e

Ji partiyên siyasî peyam: Demokratîkbûn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e

13 HEZÎRAN 2026
28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

11 HEZÎRAN 2026
Kemal Kiliçdaroglu dev ji komcivînê berda

Kemal Kiliçdaroglu dev ji komcivînê berda

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (808)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne