• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li herêma komkujiyê bûn yek dil: Destên xwe yên qirêj nedin Rojava

    Li herêma komkujiyê bûn yek dil: Destên xwe yên qirêj nedin Rojava

    Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

    Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

    Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

    Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Ayşenur Şîmşek li ku ne?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Ayşenur Şîmşek li ku ne?

    Li ser sînorê Bakur û Rojava wêneyên berxwedanê

    Ji şervanan peyam: Berxwedana gelê me hêz dide me

    Abdullah Ocalan: Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye

    Abdullah Ocalan: Hevdu înkarkirin xefik e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li herêma komkujiyê bûn yek dil: Destên xwe yên qirêj nedin Rojava

    Li herêma komkujiyê bûn yek dil: Destên xwe yên qirêj nedin Rojava

    Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

    Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

    Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

    Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Ayşenur Şîmşek li ku ne?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Ayşenur Şîmşek li ku ne?

    Li ser sînorê Bakur û Rojava wêneyên berxwedanê

    Ji şervanan peyam: Berxwedana gelê me hêz dide me

    Abdullah Ocalan: Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye

    Abdullah Ocalan: Hevdu înkarkirin xefik e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

Serdar Altan / AW

24 ÇILE 2026 - 13:04
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Girtekên Komîsyona Meclîsê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cereke din bi awayekî kurtkirî hatin weşandin. Dema mirov lê dinêre xuyaye girtek di hêla ziman û sazkirinê de bi awayekî profesyonel hatine honandin. Mirov dikare bêje girtek li şûna nêrîn bên famkirin zêdetir ji bo neyên famkirin an jî bi zehmetî bên famkirin hatine honandin. Ji xwe piştî girtekan manîpilasyona hatî meşandin niyet raxistin ber çavan. Lê ligel hat xwestin rastî di nava derew û çewtgotinan de were fetisandin jî ev yek nikaribû rastiya gotinên Ocalan veşêre.

Serokwekîla DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz, di 24ê Mijdara 2025an de, li ser navê Komîsyona Meclisê, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Kurteya girtekan, di 4ê Kanûna 2025an de di Komîsyona Meclisê de hatibû xwendin. Meclisê piştî hevdîtinê bi du mehan, bi sernavê Girteka Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di malpera xwe de weşand.

Ev yek bi awayekî balkêşî hate pêşwazîkirin. Di rewşeke wisa ku tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê li ser rewşa Sûrî, Rojava û qirkirina Kurdan diaxivîn gelo çima ev girtek hatin weşandin? Helbet weşandina girtekan ne nêzîkatiyek asayî bû, armanceke wê hebû. Lê armanceke çawa, divê ev yek baş were nirxandin.

Li gorî hin agahiyên me bi dest xistin di eslê xwe de girtek ne tenê 16 rûpel in, derdora 60 rûpel in. Ji xwe dema mirov li zimanê girtekê dinêre ev yek baş xûya dike. Girtek bi awayekî profesyonelî hatiye honandin. Zimanê wê ji girtekên fermî yên dewletê dûr e. Ji ber ku girtekên fermî bi şêwaza ji devê kî çi derkeve wisa tê qeydkirin. Lê belê ev girtek bi awayeke ji devê kesek sêyemîn hatiye nivisîn. Yanî raste rast ne ji gotinên Ocalan, lê belê ji devê kesekî guhdarî wan kiriye hatiye neqilkirin. Ev yek li dijî teyamula girtina girtekên fermî be jî Meclîsê rêbazek wisa tercih kiriye.

Dema mirov baş lê dinêre girtek ji bo tevlîhevkirina ser û mejî hatiye sazkirin. Ev rêbaz rêbaza şerê taybet e. Şêwazê nivisandina wê jî dike ku mirov tiştek jê fêm neke an jî zehmet fêm bike. Nexwe dikarîn pir bi hêsanî û li gorî şertên girtekên fermî raste rast ji devê Ocalan bidin. Pê ve girêdayî bi yek carî kalemşorên di bin siya dewletê de ketin dewrê û xwestin bi zimanê manîpulatîf weşanan bikin. Li gel vê yekê derdorên Kurd yên dijberê Ocalan û PKKê jî bi heman zimanê êriş zêde kirin. Gotinên Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi awayeke derewîn hetin neqilkirin. Bi taybet jî axaftinên wî ya li ser Rojava û Sûrî hatin nîqaş kirin. Her wiha gotinên wî yên li ser armancên Îsraîl û hevkariya Kurdan bi hêzên navneteweyî re herkes li gorî xwe nirxand.

Lê belê gelo di rastiyê de di girtekan de Abdullah Ocalan ji tevahiya raya giştî re çi dibêje, an jî çi nabêje? Niha bi berfirehî em li ser naveroka gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin.

‘Çareseriya pirsgirêka Kurd demokrasiya herêmî û komîn e’

Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ocalan wekî çareserî û demokrasiya herêmî û mafê xwerêvebirinê destnîşan dike û wiha dibêje: “Divê Civaka Demokratîk û Komar entegre bibin. Ev entegrasyon divê li ser esasê destûrek bingehîn a demokratîk pêk bê.” Di girtekan de tê diyarkirin ku Ocalan ji bo çareseriya Sûriyê demokrasiya herêmî pêşniyar dike ku ji vê yekê jî qest xweserî ye û ev xal cih digirin: “Divê gel di çarçoveya komînê de xwe bi rêve bibe. Ev yek jî tê wateya parastina rewa û cewherî. Divê li tevahiya Sûriyê walî, şaredar û midûrên ewlehiyê bên hilbijartin. Divê ev sazî di çarçoveya koordînasyonekê de girêdayî koordîneyekê bin.” Di girtekan de tê destnîşankirin ku Ocalan çareseriya ji bo Sûrî dixwaze û di heman demê de ji bo Tirkiyê jî vê yekê dixwaze. Tişta ji bo Tirkiyeyê dixwaze ji bo Sûriyeyê jî dixwaze. Diyar dike ku ev yek demokrasiya herêmî û komîn e. Ji hevdîtinên Ocalan ên berî jî tên zanîn ku demokrasiya herêmî û komîn di wateya xweseriyê de tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de dixwaze bi HSDê re diyalogê saz bike.

‘Pêwîst e Ahmet Şara jî gavên pozîtîf bavêje’

Di girtekan de Ocalan balê dikişîne ser serçeteyê HTŞê Ahmed Şara û wiha dibêje: “Ez dikarim bi HSDê re diyalogê pêk bînim. Ez bawerim dê li min guhdarî bikin. Em li Sûriyê yekalî tevnagerin. Divê Ahmet eş-Şara jî ji bo Sûriyek demokratîk wekî HSDê gavên pozîtîf biavêje. Ez vala vala dîrokê venabêjim. Li Sûriyê nijadperestiyek mezin a Ereban heye. Li wir wekî Kurdan em ê mafên Tirkmenan jî biparêzin.” Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê pêkanîna demokrasiyê mîna hêmana sereke dinirxîne û wiha dibêje: “Çareserî bihêzkirina demokrasiyek li ser esasê herêmî ye. Mijara esasî ew e ku dê hundirê vê têgehê (demokrasiye herêmî) çawa bê dagirtin û çewa di Destûra Bingehîn de cih bigire. Ji bo dewletekê yekîtiya navendî çiqas pêwist be, demokrasiya herêmî jî ewqas pêwîst e. Yek nebe ya din nabe. Li Sûriyê jî di wateya asayîşê de dê hêzên parastinê yên Kurdan hebin.” Tê fêmkirin ku Ocalan ji bo Sûriyeyê ne bingeha mezhebparêzî ne jî li ser netewperestî, ji hêla herêmî ve demokrasiyeke hatiye xurtkirin dixwaze û dibêje ku divê ev yek di destûra bingehîn de cih bigire.

‘Divê li Rojava hêza parastina gel hebe’

Xûyadike ku di girtekên hevdîtinê de têkildarî hêzên çekdarî û parastinê yên Kurdan de Ocalan daxuyaniyek pir zelal dide. Di rûpela 11emîn a girtekan de Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz pirsa, “Di çarçoveya demokrasiyê herêmî de, hêzek parastinê heye?” dike. Ocalan li ser vê pirsê bersiva, “Dê di her hêla ewlehiyê de (HSD û Asayîşê qesd dike) hêz hebe. Li Sûriyê lihevhatina her du hêzan pêwist e. Li Sûriyê neteweperestî xurt e. Kirinên ku malbata Esad li Sûriyê kirine li holê ne, heke şert û mercên demokratîk neyên pêkanîn de Ahmet eş-Şara jî sibê veguhere dîktatorekê” dide.

‘Çareserî demokrasî ye’

Rêberê Gelê Kurd Ocalan di hevdîtinê de bal dikişîne ser metirsiyên ku Rojhilata Navîn veguherandine qada şer û pevçûnan û wîha dibêje: “Ne Peymana Brahîm ya ku Îsraîl dixwaze, ne jî projeya Şîa ya Îranê dixwaze ji bo berjewendiyên welatê me gucav nîn in. Li şûna van entegrasyona demokratîk girîngtir e.”
Di berdewama beşa hişyariya metirsiyên li Rojhilata Navîn Ocalan behsa girîngiya têgeha “Civakparêziya Demokratîk” dike û ev hişyarî dikin: “Pêwîst e ji avabûna Kurd a demokratîk re bi baldarî were nêzîkbûn. Em behsa dewletê nakin. Bîrdoziya muxatabê me çiqas netewparêziya demokratîk be, ya me jî ewqas Civakparêziya Demokratîk e.”

Êrişan pêşbîniya Ocalan piştrast kir

Weke ku xuyadike di girtekan de Ocalan ji bo parastina mafên Kurdan li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn hewldanên gelek mezin dide û nêrînên xwe vekirî tine ziman. Qet tiştekî veşartî jî nabêje. Bi taybet li ser pirsgirêka Rojava û Sûrî gelek vekirî diaxive. Ji bo statu û parastinê, nêrînên xwe bi zelalî ji komîsyonê re jî dibêje. Helbet di nav de hişyarî ji bo hêzên hegemon û daxwaz û xwestekên Îsraîlê jî hene.

Hêjayê gotinêye ku piştî Peymana Parîsê nirxandinên Ocalan baştir hatin famkirin. Ocalan di girtekan de dibêje ku Îsraîl û Amerîka di çarçoveya dîzayna herêmî de dixwaze Kurdan wekî alavekê bikar bîne û bike hêmanek bêbandor. Bi vê boneyê hem di nîşeyên hevdîtinê yên berê de û hem jî di girtekan de Ocalan bênavber peyama, “ji bilî hêza xwe ya cewherî bi tu kesan bawer nekin” dide Kurdan. Peymana Parîsê hemû hişyarî û pêşbiniyên Ocalan piştrast kirin. Li gorî hin derdoran qaşo Îsraîl dê dewlet ji Kurdan re avabikira. Lê belê li hemberî tawîzên ji Tirkiyeyê girtî biryara êrişên li ser Kurdan da. Bi gotinek din dewlet hatin gel hev û biryara qirkirina Kurdan da. Ocalan di girtekan de peymana, “ji dîplomasiyê nerevin lê nekevin bin bandora tu hêzan” ji bo hemû hêzên biyanî têkiliyek li ser esasê hêza cewherî pêşniyar dike.

Mijarek din ku Ocalan herî zêde li ser disekine demokratîkkirina Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî Ocalan ji serê girtekan heta dawiyê behsa demokrasiya herêmî, makezagon û hiqûqê dike. Hewil dide mafên Kurdan bi dewleta Tirk bide famkirin û qebûlkirin. Ligel zehmetkirina famkirina nîşeyan û êrişên organîzekirî jî Ocalan di girtekê de riya çareseriya hemû pirsgirêkên siyasî, mezhebi û leşkeri yên Rojhilata Navîn radixe ber çavan.

Ocalan çi nabêje?

Ev gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Lê belê mirov dikare bi awayekî fêmdarî bêje ku Ocalan ne gotiye bila HSD çek deyne. Dîsa nabêje ku Kurdên Rojava bê qeyd û şert tevlî rejîma Sûrî bibin. Her wiha di derbarê têkiliyên navdewletî û Îsralê de polîtîkayeke bi zanistî dixwaze û nabêje xwe bikin leşkerê hêzên hegemon. Ji xwe kesên ku Ocalan kêmek jî şopandibin dizanin ka zimanê wî çiqas zelal û fambar e.

Divê dubare mirov bêje ku baş xûyadike ku ev girtek bi qestî di demeke wiha ku berxwedana Kurdan li dijî çeteyan û hêzên dagirker bilind bûye hatine weşandin. Dîsa dubare bi şêwazê şerê taybet hatiye tevgerîn. Bi honandina zimanê girtekan jî tê fêmkirin ku hatiye xwestin serê civakê bê tevlîhevkirin, da ku ev berxwedan û yekîtiya gelê Kurd qels bibe.

Etîket: Abdullah OcalanGirtekên ÎmraliyêKomîsyona MeclîsêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye

Abdullah Ocalan: Hevdu înkarkirin xefik e

24 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Tifaqa Kurd û Tirk divê li gorî dîrokê be

Abdullah Ocalan: Tifaqa Kurd û Tirk divê li gorî dîrokê be

24 ÇILE 2026
Ocalan: Di dîzayna Rojhilata Navîn de dixwazin Kurdan bêbandor bikin

Ocalan: Di dîzayna Rojhilata Navîn de dixwazin Kurdan bêbandor bikin

24 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Peyvira ciwanan a herî girîng parastina civakê ye

Ocalan ji bo Şara çi dibêje?

23 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Çareseriya heqîqî konfederalîzma demokratîk e

Rêberê Gelê Kurd: Piştî Komarê Kurd hatin înkarkirin

23 ÇILE 2026
Ocalan: Ne Peymana Brahîm ne Şîa ‘Entegrasyona Demokratîk’ girîngtir e

Ocalan: Ne Peymana Brahîm ne Şîa ‘Entegrasyona Demokratîk’ girîngtir e

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1153)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne