Rojnamegeran li Dêrsimê girtina hevakrên xwe şermezar kirin û gotin: “Em ê bibin dengê rojnamegerên dîlgirtî.”
Rojnamegerên li Dêrsimê, girtina hevkarên xwe Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruc, Reyhan Hacioglu, Gulîstan Dûrsûn, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayrî Tûnç, Enes Sezgîn û Osman Akin şermezar kirin. Nûnerên partiyên siyasî jî piştgiriya çalakiyê kirin.
Rojnameger Cîhan Berk di daxuyaniyê de axivî û got: “Em vê zexta li ser rojnamegeran qebûl nakin û em careke din diyar dikin ku em ê li hemberî neheqiya li dijî hempîşeyên xwe bêdeng nemînin.”
Cîhan Berk bal kişand ser zêdebûna zextên li ser rojnamegeran û wiha got: “Di 19ê kanûna 2024an de rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin hatin kuştin. Rojnameger Gulîstan Dursun û Can Papila Qetilkirina Daştan û Bîlgîn, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin hatin girtin. Ne tenê di 17ê çileyê de di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê ya li dijî rojnamegeran de Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûc û Reyhan Hacîoglû ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina terorê’ bêyî ku îfadeya bide hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît jî di serdegirtina malê de hat binçavkirin.”
Cîhan Berk bang li saziyên navneteweyî kir ku piştevaniyê bidin rojnamegeran û wiha got: “Li dijî van zextên li ser rojnamegeran têdikoşin, bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li hemû saziyên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin azadiya ramanê û bibin dengê rojnamegerên girtî. Ji bo hevalên me yên girtî serbest bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Rojnamegerî ne sûc e. Çapameniya azad nayê bêdengkirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.