AMED – Girtiya nexweş Şîvekar Ataş, tevî ku gelek nexweşiyên wê yên giran hene nayê berdan.
Di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin. Li gorî daneyên rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 2025’an, 335 girtiyên bi nexweş ên giran hene. Ji van, 230 kes nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 kes hewceyê piştgiriyê ne û 188 kes jî ji ber nexweşiya xwe hewceyê çavdêriya domdar in.
Şîvekar Ataş, girtiyeke nexweş a giran e û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Tevî ku nexweşiya dil pê re ye û tim ji bo derziya dil li xwe bide di navbera nexweşxaneyê û girtîgehê de tê û diçe. Dayika Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş, bal kişand ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin û anî ziman bendewariya wan ew e ku komîsyona Meclisê ya hatiye avakirin derbarê mijara girtiyên nexweş de gavekê bavêje.