DFGê kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakût di salvegera wefata wî ya 4emîn de ew li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê bi bîr anî. Rojnameger Abdurrahman Gok destnîşan kir ku Kalo di her gotinek wan a heqîqetê de dê bijî û mîrasa ku ji wan re hiştiye bidomînin.
Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut di salvegera 4emîn a mirina wî de ew li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê bi bîr anî. Malbata Yilmaz Yakût û hevalên wî yên rojnameger tev li bîranînê bûn. Hevalên Yilmaz Yakût, wêneyê wî û rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Yaşamê danîn ser gora wî. Di bîranînê de di kesayeta Yilmaz Yakût de ji bo hemû şehîdên çapemeniyê û azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.

‘Em xwedî li keda wî derdikevin û em ê mezintir bikin’
Hevserokê DFGê Selman Çîçek ê di bîranînê de ewilî axivî. Selman Çîçek qala ked û xebatên Yilmaz Yakût kir û wiha got: “Em îro xwedî li wê kedê derdikevin û mezintir bikin. Bi hezaran nûçegihanên ciwan niha di wê rêya ku wî ronî kiriye de ne. Em ê hewl bidin layiqî vê rêya wî ya heqîqetê bin.”
Rojnameger Abdurrahman Gok jî qala pêvajoya nexweşiya wî kir û wiha got: “Me jê re digot ‘Kalo’ lê ne kal bû. 45 salî bû lê ji ber di dema binçavkirinan de gelek îşkence lê hatibû kirin, bedena wî kal bibû lê ruhê wî giyanê wî tim ciwan bû. Ji ber wê yekê ciwanê me bû.”
‘Tecrubeyên xwe bi hevalên ciwan re parve dikir’
Abdurrahman Gok bi bîr xist ku Yilmaz Yakût belavkariya rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê jî kiribû û wiha domand: “Dema ku belavkarek didît heke ne li gorî pîvanê belavkariyê geriyabûya destê wî digirt û digot ‘divê rojnameyê bi vî awayî bigirî, hewce ye manşeta wê xuya bike. Ji ber vê her tim tecrubeyên xwe bi hevalên ciwan re parve dikir. Kalo rêhevalên xwe yên di vê oxirê de jî jiyana xwe ji dest dabûn jî tu car ji bîr nedikir. Dema bi me re diaxivî behsa wan û bîranînên xwe yên bi wan re dikir. Çiqas min ew bidîtana bîranîneke xwe û Gurbetelî Ersoz vedigot. Digot dema Gurbetellî bi me re diaxivî digot ‘Hûn pira di navbera rojnameyê û gel de ne, heke ew pir zirarê bibîne ne heqîqet digihe gel, ne jî heqîqet gel digihije vê rojnameyê. Yanî ji ber wê rol û mîsyona we zehf girîng e’. Kalo jî heta henaseya xwe ya dawî jî li ser wê mîsyonê tevgeriya.”
‘Yek bi yek xatir ji rêhevalên xwe xwest’
Abdurrahman Gok qala rojên ku beriya Yilmaz Yakût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest bide jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema em li nexweşxaneyê bûn. Yek bi yek xwest ku em bi telefonê li rêhevalên wî bigerin û xatirê xwe ji wan bixwaze. Yanî me fêhm kiribû ku kêliyên wî yên dawî ne. Lê mirov nedixwest vê yekê li Kalo deyne. Heta herî dawî min got ‘em ê li motorê siwar bin biçin Licê, biçin goristanê û serdana birayê te bikin lê bi şertê ku tu li xwe binêrî û rehet bibî.’ Lê mixabin piştî 15-16 rojan li nexweşxaneyê ma li malê li kêleka dayik, bav û xwişk û birayên xwe rehmet kir.”
‘Kalo di her gotineke me ya heqîqetê de ye’
Abdurrahman Gok destnîşan kir ku Kalo di rojname, pênûs û mîkrofonên wan de dijî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevalên li vir nûçegihan in belkû rast e rast Kalo nasnekiribin lê tev têkoşîn û keda wî dizanin û xwedî li keda wî derdikevin. Em ê heta dawiyê mîrateya ku Kalo ji me re hiştiye û li ser bîranînên rêhevalên wî yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane em ê rastiya heqîqetê û ragihandinê bidomînin. Kalo nemir e. Di her gotineke me ya heqîqetê de ye.”
Bîranîn bi danîna gulan a li ser gora Yilmaz Yakût bi dawî bû.














