Wan – Gûlav Xanim a dotmam û jinbiraya Simkoyê Şikakî ku piştî têkçûna serhildana Simkoyê Şikakî, li gundê Kereçiyan a navçeya Elbak a Wanê li cem meta xwe Stî Xanimê dimîne. Heta mirina xwe jî, ji bo nevî û zarokên xwe sirûda “Ey Reqîp” digot.
Simkoyê Şikakî an jî Simaîl Axayê Şikak ku li rojhilatê Kurdistanê serokê eşîra Şikakan bû, mezineke bi nav û deng ê Kurdan e. Simkoyê Şikakî, li dijî Eceman, Ermenan, Tirkan, Farisan, Rûsan û Ereban şer kiriye û ji bo serxwebûna Kurdistanê têkoşiya ye. Li Rojhilat xwedî hêzeke mezin bûye û bi desthilatên pê re şer kiriye, danûstandinên siyasî jî pêş xistiye. Bi gelek serok û mezinên Kurdan re têkilî danaye, lê nekariye weke Ûbeydûllahê Nehrî eşîrên Kurdan di bin banê neteweyî de kom bike. Gelek caran li dijî desthilatan serî hildaye û herî dawî di sala 1922yan de li dijî Îranê serî hildide û ji sedî 50 axa Rojhilat kontrol dike. Lê, artêşa Îranê di sala 1926an de êrişî Simkoyê Şikakî dike û wî têk dibe.
Kuştina Simkoyê Şikakî
Piştî têkçûnê Simkoyê Şikakî, xwe dispêre navçeya Elbak a Wanê û demekê li vir dimîne. Simkoyê Şikakî diçe başûrê Kurdistanê û demekê jî li wir dimîne. Di sala 1928an de Xanedana Pehlewiyan ya Îranê daxuyaniyekê belav dike û dibêje ew dê Simkoyê Şikakî efû bike. Di meha tîrmeha 1930an de Simkoyê Şikakî bi çend siwaran ve diçe Tebrîzê û li vir bi fermî tê pêşwazîkirin. Simkoyê Şikakî û kurê wî Husrew ji hêla Îranê ve tên kuştin û termê wan li Ûrmiyê tên daliqandin. Malbata wî ji ber têkiliyên wî yên baş ên gel Tirkiyeyê, di bin çavderiya dewletê de diçin Erziromê. Muxteber Xanim a hevjîna Simkoyê Şikakî, Gûlav Xanim a dotmam û jinbira Simkoyê Şikakî û çend ferdên din ên malbatê di nava vî kervanî de bû.
Malbata Simkoyê Şikakî belavî cem xizmên xwe dibin
Muxteber Xanim, vedigere mala bavê xwe Temir Axayê ku ji navçeya Qelqeliyê ya Wanê ye û Gulav Xanim jî tê cem Stî Xanim a bûka Mala Eşref Beg. Ferdên din jî belavî cem xizmên xwe bûn. Şikak navê eşîra wan e, navê mala Simkoyê Şikakî di eslê xwe de mala Elîxan e. Di navbera mala Elîxan û Mala Şeref Beg yên navçeya Elbakê ku ji eşîra Merzikiyan e, xizmanî hebûye û Stî Xanim bûka Eşref Beg e û meta Gûlav Xanimê ye. Lewma Gûlav Xanim û çend ferdên malbatê jî hatine vir cem meta xwe.
‘Gûlav Xanim jineke hikûmdar bû’
Neviyê Gûlav Xanimê Gursel Bayer ku niha li gundê Kereçiyan ya navçeya Elbakê dijî, behsa serpêhatiya dapîra xwe kir. Gursel Bayer, anî ziman ku dema Gûlav Xanim tê cem Stî Xanim a dapîra wan, bi Riza Beg mehr dikin û got: “Gûlav Xanim jineke hikûmdar bû û zana bû. Gûlav Xanim dema şerê Simkoyê Şikak de hevjîna birayê Simkoyê Şikakî Ehmed Axa bû û gelek geriya bû, di nava hemû şeran de hebûye. Lewma, derbarê Kurdan de gelek agahî dizanîn. Lê mixabin me zêde guhê xwe nedayê. Em li cem Gûlav Xanimê rûdiniştin û wê jî ji me re sirûda ‘Ey Reqîp’ dixwend. Gelek mezinên malbatê heta agahî nedabana Gûlav Xanimê nediçûn karekî yan jî derekê.”
Gûlav Xanim di sala 1991an de jiyana xwe ji dest dide
Gursel Bayer, anî ziman ku Gûlav Xanimê timî ew terbiye dikirin û wiha bi dawî kir: “Ne dihişt em lingê xwe biavêjin ser lingê din. Digot dema hûn dibênişin devê xwe bi destê xwe bigirin. Bi terbiye û efendî bin. Riza Begê bapîrê min ankû hevjînê Gûlav Xanimê di şerê gel Ûrisan de tê girtin û nêzî 30 salan li Rûsyayê dimîne. Di vê navberê de Gûlav Xanim li vir zarokên xwe mezin dike. Jineke xwedî vîn, li gel cînaran jî xweş mirov bû. Gûlav Xanim keça Mîrza Begê ji malbata Elîxan e û di 1991an de jiyana xwe ji dest dide.”