• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEV 17ê KANÛNA 2025an

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEV 17ê KANÛNA 2025an

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

Abdullah Esen / AW

17 KANÛN 2025 - 09:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye û got: “Ev pêvajo bi vîneke mezin hatiye destpêkirin. Divê her kes berjewendiyên xwe deyne aliyekî. Pêwîste yasayên entegrasyona demokratîk werin çêkirin”.

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin gelek tişt bi xwe re guhert. Piştî bangê PKKê di 12ê Gulanê de encamnameya kongreya xwe ya ku li dar xistibû ji raya giştî re eşkere kir ku xwe fesix kiriye. Piştre di 9ê Tirmehê de cara yekemîn vîdeoyek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin. Her wiha gelek caran Heyeta DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re kir. Her wiha yek ji hevdîtinên girîng jî heyeta endamên Komîsyonê bû ku di 24ê Mijdarê de çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Herî dawî di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê ji aliyê DEM Partiyê ve Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî hatibû lidarxistin û di konferansê de peyama Abdullah Ocalan hatibûn xwendin. Ocalan di peyama xwe de qala “Qanûna hemwelatîbûna azad, Qanûna aştî û civaka demokratîk û Qanûnên azadiyê” kiribû.

Partiyên siyasî yên ku endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ne raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin. Bi taybetî jî rapora AKPê gelek hat nîqaşkirin û ev rapor wek raporek li dijî ruhê pêvajoyê hate nirxandin.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî pêvajoyê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Divê yasayên demokratîk werin çêkirin’

Abdulkadîr Guleç di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 14e mehên pêvajoyê qediya, gelek gavên berbiçav ji hêla rêxistina Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin û got ku peywira ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêşiya wan jî bi cih anîne. Abdulkadîr Guleç bi bîr xist ku di parlementoya Tirkiyeyê de Komîsyona ji bo pêvajoyê hatiye avakirin û got: “Hê jî karê wê komîsyonê neqediyaye, lê tê gotin ku dê karê wê heta dawiyê vê salê biqede. Dibe ku hin gav dereng bên avêtin, lê di siyasetê de hin tişt ji bo siyaseta nava hundir têne bikaranîn. Di heman de hin partî, di vê pêvanoyê de hin tiştan didin berçav, ka ew ê ji bo partiyên xwe çi baş yan jî çi xerabe bidin berhev. Hin pîvanên wan ên wisa hene lê ev ne tişteke rast e. Divê ev pêvajo tenê xweser û ji bo aştiyê be, divê şer bê rawestandin û di nava aştiyeke bi rûmet de pêrsgirêka Kurd bi dawî bibe. Mixabin pîvanên wan li gor kiryarên neyînî tên xuyakirin, lê em dibînin gelek kêmasî jî hene. Em hatine merheleyeke nû, di vê merheleyê de hewceye ku Tirkiye gavên şênber biavêtana. Heta niha gelek gavên şênber hatin avêtin, çek hatin şewitandin, PKK xwe fesix kir û gelek tiştên din qewimîn. Li gor pêvajoyê divê qanûnên entegrasyona demokratîk bên çêkirin. Hem ji bo kesên ku çekên xwe şewitandine û hem jî ji bo kesên ku di zindanan de ne û kesên derketine derveyî welat divê ji bo wan jî yasayek bê derxistin. Ji ber ku êdî Komîsyon jî xebata xwe ber bi dawiyê ve dibe, hewce ye êdî hin yasayên hiqûqî bên çêkirin.”

‘Tu kes nikare heta dawiya emrê xwe di zindanê de bimîne’

Abdulkadîr Guleç di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku Ewropa yê di sala 2014an de yasaya “Mafê Hêviyê” derxistiye, da ku Abdullah Ocalan û gelek girtiyên siyasî yên ku bi awayekî bê hiqûqî têne darizandin bigihêjin azadiya xwe ya fîzîkî û got: “Mafê hêviyê ne bi tenê daxuyaniya birêz Dewlet Bahçelî ye. Mafê hêviyê mafekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye. Li wir jî dadgeh dibêje, qanûna xwe ya înfazê ya bi alî biguherînin. Tu kes nikare heta dawiya temenê xwe di zindanan de bimîne. Ev li dijî peymana Ewropa ye. Divê ev tişt bê guhertin. Di 2025an de komîteya Ewropa biryarek da, bangewaziyeke wan hebû. Gotin, ji bo mafê hêviyê zagonên xwe biguherînin. Lê em dixwazin dadgeh jî li gorî biryarên mafên mirovan ên Ewropyê yasayên xwe biguherîne. Divê di vê pêvajoyê de mafê hêviyê êdî bi cih bê. Ne bi tenê ji bo birêz Ocalan ji bo hemû kesên ku di zindanan de dimînin. Ev ne rast e, mirov heta dawiya temenê xwe di zindanan de bimînin. Divê ew kes ji vê yasayê sûde werbigirin. Dema ku yasayên mafê hêviyê bêne bicihanîn, dê pêşiya vê pêvajoyên vebibe û birêz Ocalan jî li ser vê pêvajoyê bi rolek girîng rabe. Divê ku mafê hêviyê bê bicihanîn da ku qanûnên entegrasyonê jî derkevin. Hewcedarî niha bi vî tiştî heye.”

‘Îspanya ji bo vir jî model e’

Abdulkadîr Guleç bal kişand ser pêvajoyên derbasbûyî ku Abdullah Ocalan dabû destpêkirin û got ku divê dewlet di vê pêvajoyê de gelek cidî û hesas tevbigere, da ku pêvajo xesar nebîne û wiha axivî: “Birêz Ocalan ji sala 1993yan heta niha kedek mezin ji bo aştiyê dide. Hemû peyamên wî rast û zelal in, di peyaman de jî avakirin komara demokratîk tîne ziman. Divê her kes bi nasname, çand û hunera xwe di nava welatekî hevpar de azad û wekhev bijî. Îro em li welatên Ewropayê dinihêrin weke Îspanyayê tenê Îspanî tune ne, li wir Bask, Katalan jî dijîn. Dewleta wan jî dewleteke unîter e. Lê di nava wê yekdewletê de mafên gelên din û baweriyên wan jî tên dîtin. Divê em 86 milyon mirov di nava wekhevî, edalet û xwiş û biratiyê de bijîn. Ev daxwaz a her kesî ye. Divê dewlet bi van daxwazan aciz nebin. Ev daxwaz ên wekhevî, aştî, azadî, xwişk û biratiyê û komareke demokratîk in. Bangewaziya birêz Ocalan di cih de ye, ez bawer dikim dewlet jî dê bi hesasiyet nêzîkî vê pêvajoyê bibe. Lê divê ji vir pê ve jî pêvajo hinek bi lez bigihêje encamê û aştiyeke bi rûmet û mayînde bê. Divê em xwedî li nirxên demokrasî û yên gerdûnî derkevin.”

‘Hewceye her kes bi rola xwe ya baş rabe’

Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku rapora AKPê ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û wiha got: “Ev rapor bi zimanekî negatîf hatiye nivîsandin. Ev tişt piştgiriyê nade vê pêvanjoyê û xurt jî nake. Hewceye her kes ji bo aştiyeke mayînde tev li siyasetê û pêvajoyê bibe. Divê kesên ku çekên xwe şewitandine bêdarizandin û bêcezakirin tev li civakê bibin, ji ber ku wan îradeya xwe daye nîşandan. Rastî û realîte jî vê tiştê dixwaze. Ev pêvajo jî bi raporek ku AKPê amade kiriye nikare were xerakirin. Ji ber ku li pişt vê pêvajoyê vîneke mezin heye. Ev vîn jî hêdî hêdî bicih tê û hin gav jî tên avêtin. Heta niha tişta ku ji bo vê pêvajoyê hatibe astengkirin hê tiştek wisa derneketiye berçav. Lê ev nayê wê wateyê ji niha û vir ve jî dê bi îstîkrar biçe. Lê divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Divê hem siyasetmedar û hem jî aktorên ku bi pêvajoyê re eleqedar dibin, bi rolên xwe yên herî baş rabin.”

Etîket: Abdullah OcalanAKPAştî û civaka demokratîkpêvajoqanûnên aştiyêSerokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Partiya Gelecekê: Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bê naskirin

Partiya Gelecekê: Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bê naskirin

17 KANÛN 2025
Dîroka hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya bi AKPê re diyar bû

Dîroka hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya bi AKPê re diyar bû

16 KANÛN 2025
Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

14 KANÛN 2025
Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

14 KANÛN 2025
Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

13 KANÛN 2025
‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

13 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (308)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne