• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevşaredarên Amedê bi xwendekarên zanîngehê re civiyan

    Hevşaredarên Amedê bi xwendekarên zanîngehê re civiyan

    Derbarê rojnameger Mehmet Aslan de îdîaname hat amadekirin

    Derbarê rojnameger Mehmet Aslan de îdîaname hat amadekirin

    Rojnameger Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê

    Ji bo Huseyîn Aykol dê teqwiyeya xwînê bê kirin

    Bi hezaran kes serdana şîna Bêrîvan Kutlu kir

    Bi hezaran kes serdana şîna Bêrîvan Kutlu kir

    Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

    Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

    Îlham Ehmed: Pêwîstî bi guhertina zîhniyeta desthilatdariyê heye

    Îlham Ehmed: Pêwîstî bi guhertina zîhniyeta desthilatdariyê heye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevşaredarên Amedê bi xwendekarên zanîngehê re civiyan

    Hevşaredarên Amedê bi xwendekarên zanîngehê re civiyan

    Derbarê rojnameger Mehmet Aslan de îdîaname hat amadekirin

    Derbarê rojnameger Mehmet Aslan de îdîaname hat amadekirin

    Rojnameger Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê

    Ji bo Huseyîn Aykol dê teqwiyeya xwînê bê kirin

    Bi hezaran kes serdana şîna Bêrîvan Kutlu kir

    Bi hezaran kes serdana şîna Bêrîvan Kutlu kir

    Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

    Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

    Îlham Ehmed: Pêwîstî bi guhertina zîhniyeta desthilatdariyê heye

    Îlham Ehmed: Pêwîstî bi guhertina zîhniyeta desthilatdariyê heye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Birêz Ocalan astengî ji holê rakir

ENQERE / AW

20 TEBAX 2025 - 13:23
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere –  Serokvekîla Koma Meclîsê ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser ‘pêvajoya’ tê meşandin û wiha got: “Birêz Ocalan astengiyan ji holê rakir. Demokratîkbûn bi qanûnan pêkan e.”

Serokvekîla Meclîse ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyigit derbarê geşedanên dawî de li Meclîsê daxuyanî da. Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku guhdarkirina malbatên ku xizmên xwe di pevçûnan de winda kirine pir girîng e û got: “Ev geşedan jî ji bo xebatên komîsyonê wê baş bibe û berpirsyariya komîsyonê jî mezin dike. Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, ÎHD, Wakfa Tahîr Elçî wê bên guhdarkirin. Guhdarkirina van saziyan pir girîng e. Dayikên Şemiyê 30 sal in têkoşîna dîtina kujerên xizmên xwe didomînin. ÎHD li dijî binpêkirinên mafên mirovan têdikoşe. Dayikên Aştiyê jî têkoşîna aştiyê didomînin. Bersivdayina têkoşîna wan jî. bi pêkanîna aştiyeke mayinde dibe.”

‘Naxwazin hewldanên Birêz Ocalan bibînin’

Gulîstan Kiliç Koçyigit destnîşan kir ku piştî kadroyên PKKê çeken xwe şewitandin, pêvajo ket merhaleyeke girîng û wiha got: “Em hin nîqaşên di raya giştî ya Tirkiyeyê de ji nêz ve dişopînin. Divê em jî diyar bikin ku em di têgihîştina wan de zehmetiyê dikişînin. Ew kes hewl didin rewşeke wisa çêbikin ku wekî ev hemû rastî tune ne. Ew hewl didin atmosferekê biafirînin wekî ku banga Birêz Ocalan a 27ê Sibatê tune ye. Ew hewl didin atmosferek wisa biafirînin ku ev bang di nav rêxistinê de deng veneda, wekî ku rêxistinê di 5 û 7ê Gulanê de bersiva vê bangê nedaye, wekî ku di merasîma îmhakirina çekan di 11ê Tîrmehê de pêk nehatiye û ew hewl didin ku bi hin nîqaşan vê rastiyê bi tevahî veşêrin.”

‘Hemû gel rola Birêz Ocalan ditin

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser qonaxa pêvajo hatiye lê û da zanîn ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de ev 45 sal in pevçûnek heye. Gulistan Kiliç Koçyîgît qala rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û axaftina xwe wiha domand: “ Wekî me, hemû gelên li Tirkiyeyê di pêvajoya derbaskirina astengiyên girîng de rola girîng a Birêz Ocalan dît. Hêza ku girêdayî soza wî û hemû biryarên ku rêxistinê di çarçoveya bersiva soza wî de pêk anîne dîtin. Ji ber vê yekê, em dixwazin careke din tekez bikin ku divê em vê nîqaşê, di vê atmosfera siyasî de, di vê pêvajoya nû de bimeşînin û li gorî vê rastiyê tevbigerin.

Birêz Ocalan ‘pêvajo’ hêsan kir

Birêz Ocalan, ku di banga xwe ya 27ê Sibatê de îradeya xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk nîşan da û li gorî wê gelek gavan girîng hêsan kir, bi berdewamî, parlementoyê wekî navnîşana çareseriyê diyar kir û zemînên siyasî û qanûnî nîşan da. Bi rastî, divê qada siyasetê berpirsiyariyê bigire ser xwe, û divê siyaset bi lez gavan bavêje da ku pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê bicîh bîne. Em dixwazin girîngiya nêrîn, raman û di avakirina diyaloga bi aliyê Kurd re rola Birêz Ocalan girtiye ser xwe teqez bikin. Di vê çarçoveyê de avakirina diyaloga bi hemû aliyan re, dê karê komîsyonê hêsan bike, dê xebata wê bêpirsgirêk û misoger bike û dê rê li ber pêşveçûna domdar a vê pêvajoyê veke.”

‘Demokratîkbûn bi qanûnan pêkan e’

Gulîstan Kiliç Koçyigit da zanîn ku piştî ku guhdarkirina aliyan bi dawî bûn, divê rêziknameyên qanûnî derbarê endamên PKKê yên ku çekên xwe danînê, werin amadekirin û ji bo beşdarî xebatên siyasî û civakî bibin, heta 1ê Cotmehê bînê rojeva Parlamentoyê. Gulîstan Kiliç Koçyigit bi lêv kir ku aştiya civakî tenê bi avakirina bingeha qanûnî pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civakek demokratîk tenê bi demokratîkkirina qanûnan pêkan e. Azadiya rêxistinbûnê ya civakê tenê bi rakirina astengî û astengiyên qanûnî yên ku rê li civaka demokratîk digirin, pêkan e. Em bawer dikin ku divê ev qanûnên entegrasyona demokratîk û herwiha qanûnên ku dê demokrasiyê pêş ve bibin, bi lez werin nîqaşkirin û werin rojevê. Em li ser pêvajoyeke nû, çareseriyekê nîqaş dikin. Em behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk dikin, lê dema ku em li pratîkên desthilatdariya siyasî dinêrin, em tam rewşeke berevajî vê yekê dibînin. Em dixwazin operasyonên li dijî CHPê di 19ê Adarê de dest pê kirin û bênavber berdewam dikin werin ronîkirin.”

‘Operasyonên komploger tên organîzekirin’

Di dawiya axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku operasyona li dijî Şeredariya Beyoglu darbeyeke li dijî îradeya gel e û ev tişt gotin: “Şaredarê Beyoğluyê Înan Guney û 16 kesên din hatin girtin. Ev ne cara yekem e. Operasyon her roj bi pêlan nû tên kirin. Ev operasyon ji bo ku muxalefeta siyasî û civakî bi rêya dadgeriyê astengkirin e. Ew operasyon eşkere ye ku, desthilatdariya siyasî ji bo hevrikên xwe bi destê dadgeriyê ji holê radike. Ev operasyon derbeyek li dijî sindoqên dengdanê, hilbijartinan û îradeya hilbijêran e. Wekî endameke partiya ku van hemûyan jiyaye û van hemû ezmûnan pir baş derbas kiriye, û ji sala 2016an vir ve qeyûm ji bo bi sedan şaredariyan hatine tayînkirin dizanin. Bi sedan hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê hatine girtin hene û gelek endamên partiyê ku hîn jî di girtîgehê de ne, em pir baş dizanin. Me bi çavên xwe dîtiye ku komployên siyasî çawa bi rêya operasyonên dadgerî tên organîzekirin û çawa hewl tê dayîn ku siyaset bi rêya van komployan tê kontrolkirin û em dibînin ku ev pêvajo berdewam dike.”

Etîket: daxuyanîGulistan Kiliç KoçyigîtKomîsyona Meclîsê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

750 saziyan bang li dewletê kir: Divê zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn

750 saziyan bang li dewletê kir: Divê zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn

18 MIJDAR 2025
TJAyê bertek nîşanî komkirina wêneyên jinan da

TJAyê bertek nîşanî komkirina wêneyên jinan da

18 MIJDAR 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

13 MIJDAR 2025
Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

13 MIJDAR 2025
Ayşegul Dogan: Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtin neke xebat pêşve naçin

Ayşegul Dogan: Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtin neke xebat pêşve naçin

13 MIJDAR 2025
Di 10 mehan de 9 kesan ji ber ferzkirina sixurtiyê serî li ÎHDê dane

Di 10 mehan de 9 kesan ji ber ferzkirina sixurtiyê serî li ÎHDê dane

11 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (301)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne