Hat îdiakirin ku Mehmet Çevîren ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qubînê, xwe kuştiye.
Hat îdiakirin ku Mehmet Çevîren ê di sala 2016an de li Dêrik a Mêrdînê hat girtin û cezayê muebeda giran lê hat birin, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qubînê xwe kuştiye.
Cenazeyê Çevîren ku birin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê, piştî karen otopsiyê dê ber bi Dêrikê ve bê şandin. Hat hînkirin ku Çevîren zewicandî ye û bavê 3 zarokan e.













