Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku piştî gavên wêrek ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê, êdî dora gavavêtina qanûnî ya dewletê ye. Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, li Dika Yilmaz Guney a navçeya Çankaya ya Enqereyê bernameyek li dar xist. Zêdetirî 150 saziyên çapemeniyê û rojnameger bernameyê dişopînin.
Bername bi rêzgirtinê û nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. Sînevziyonê qala salek pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikir.
Piştî sînevîzyonê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş, endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û parlamenterê DEM Partî û endamê komîsyonê Cengîz Çîçek derbasî dîwanê bûn.
Beriya peyama nû ya Abdullah Ocalan bê xwendin, Hevserokên DEM Partiyê axivîn.
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
Di serî de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk manîfestoyek bû. Bangeke jiyaneke nû bû. Birêz Ocalan bi wêrek ew bang kir û tevgera wî jî li gorî wê gavên bi wêrek avêt. Em jî li gorî wê mal bi mal xebitîn. Niha jî dora dewletê ye, divê gavên qanûnî biavêjin. Entegrasyona Demokratîk ne pişaftin e, jiyaneke hevpar û hevdu qebûlkirinê ye. Ji bo ew jiyan bikeve meriyetê berpirsyarî li ser milê saziyên siyasetê ye. Entegrasyona Demokratîk ji bo hemû gelan e. Divê mafê zimanê dayikê, mafên baweriyan pêk were. Divê komar bibe komarek demokratîk. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.”
‘Em ê heta dawiyê xwedî li baga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin’
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û hemû kesên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dane û Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got ku ew soz didin wan ku rojeke li vê erdnîgariyê ew ê jiyaneke wekhev û bi edalet saz bikin. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû daye destpêkirin û wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk li dijî tunehesibandinê manifestoya hevdû qebûl kirinê ye. Lê aştî bi tenê gavên yek alî pêknayê. Divê dewlet jÎ gavên şenber baveje. Êdî berpirsyarî ya dewletê ye. Divê jiyana bi hev re bû yî bikeve pratîke. Divê statuya birêz Ocalan bi qanûnan bê mîsogerkirin û azadiya fizîkî pêk were. Birêz Ocalan got komar bêyî Kurdan nabe. Em jî dibêjin bêyî Kurdan komara demokratîk nabe. Em heta dawiyê dawî xwedî li bangê derbikevin.”













